YPS:6 tîmên taybet û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
YPS’ê diyar kir ku dewleta Tirk encamên berxwedanê vedişêre, da xuyakirin ku li Gever, Nisêbîn û Şirnexê di 2 rojên dawî de 6 tîmên taybet û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
YPS’ê diyar kir ku dewleta Tirk encamên berxwedanê vedişêre, da xuyakirin ku li Gever, Nisêbîn û Şirnexê di 2 rojên dawî de 6 tîmên taybet û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî berxwedana gel a li Kurdistanê daxuyaniya agahdarkirinê ya rojane da, destnîşan kir ku dewleta Tirk detayên berxwedana mezin û encamên wê vedişêre, medyaya şerê taybet jî ji bo vê wezîfedar kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevahî hêzên li ber çav û veşartî yên dewletê li Nisêbîn, Şirnex û Geverê êrîşî taxên berxwedanê kirine.
YPS’ê da xuyakirin ku dewletê bi tank û çekên giran ên bi teknîkek zêde qadên şer bombe kiriye û encamên gelek çalakiyên sabotajê yên li hember van êrîşan jî hatiye zelalkirin.
Di daxuyaniya YPS’ê de ev agahî cih girtin:
“Di şer û çalakiyên biçûk ên sabotajê de qasî ku hatiye zelalkirin di nav 2 rojan de 6 tîmên taybet hatine kuştin, 1 tîmê taybet birîndar bûye, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 2 çeteyên DAIŞ’ê jî birîndar bûne. 3 pêgerên keşfê yên Drone hatine xistin, her wiha tank û kobrayên ji bo operasyonan dema hatine di encama hedefgirtin û çalakiyan de hatine derbkirin, rê nehatiye dayîn ku bikevin taxên berxwedanê. Di şer de şervanekî me yê YPS’ê yê birîndar bibû, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd ketiye. Encamên têkoşîna berxwedana xweparastinê wiha ye:
NISÊBÎN
30’ê Adarê saet 12.00’an tîmên taybet ên jendermeyan dema xwestin bikevin Taxa Koçer bûn hedefa hêzên me yên YPS-JINê, di encam de POH’ek hate kuştin. Dîsa li heman taxê piştî rojekê şerê saet 14.00’an û 16.00’an de hêzên me yên YPS-JIN’ê POH’ek kuştin, yek POH jî birîndar bûye.
31’ê Adarê saet 10.30’an hêzên me yên parastina sivîl li aliyê Weysîka yê taxa Koçerê pêgerek keşfê ya Drone xistiye. Dîsa li heman mintiqayê piştî rojekê saet 12.00’an doçkavanekî dewletê bi hedefgirtina hêzên me hatiye kuştin. Di şerê saet 16.00’an de jî çeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin. Her wiha encamên 2 çalakiyên sabotajê yên ku yekîneyên me saet 14.00’an li vê mintiqayê li dar xistine jî wê piştre bên ragihandin.
31’ê Adarê saet 15.00’an hêzên me yên YPS-Jinê, 20 çeteyên qesrê yên li derdora Taxa Koçer di civînê de bûn bi roketan kirin hedef. Di vê çalakiyê de tevî ku di koma çete de mirî û birîndar hene jî dema detay hatin bidestxistin wê bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bê parvekirin.
GEVER
31’ê Adarê danê sibehê dema sekvanekê çeteyê qesrê li avahiyekê bi cih dibû ji aliyê yekîneyên me yên parastinê hate ferqkirin û di encama hedefgirtinê de ev sekvan hatiye kuştin.
31’ê Adarê ji danê nîvro heta saet 03.00’an li taxên Cûmhûriyet, Gungor, Orman şerên dijwar qewimîne. Agahiyên bi detay wê piştre bên ragihandin. Bi giştî li taxên Kişla û Cûmhûriyetê şer dewam dikin. Tê dîtin ku tevgerek zêde ya helîkopteran heye.
31’ê Adarê ber bi êvarî yekîneyên me yên parastinê li hember wesayîta zirxî ya kobra ya çeteyên Qesrê û tîmên taybet ên pê re bi meş dihatin operasyonê, li taxa Orman çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de nûçeya di çapemeniya wan a taybet de wek tê gotin ne tenê POH’ek miriye, ev dûrî rastiyêê ye. Di vê çalakiyê de hejmara POH’ên mirî û birîndar zêde ne, agahiyên bi detay wê piştre bên parvekirin.
31’ê Adarê piştî nîvro helîkopterên leşkerî yên di bin emrê AKP’ê qadên derdor bombe kirine.
30’ê Adarê di şerên li taxa Cûmhûriyetê de şervanên me yê endamê YPS’ê Kamûran Amed birîndar bû, gihişt şehadetê.
Nasnav: Kamûran Amed
Nav û Paşnav: Ahmet Akdenîz
Navê Dayikê: Ummugulsum
Navê Bav: Şeyhmûs
Cihê Jidayikbûnê: Amed
NAVENDA ŞIRNEXÊ
31’ê Adarê ciwanên parastina taxê bersiv dan çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin bikevin taxa Îsmetpaşayê, di encam de çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin, 2 çeteyên DAIŞ’ê jî birîndar bûn. 2 pêgerên keşfê yên Drone yên li vê taxê bi awayekî zêde xebatên keşfê dimeşandin jî ji aliyê hêzên me hatin xistin.
Yekîneyên me yên parastinê 2 tankên ku bi awayekî zêde taxa Dîcle bombe dikir kirin hedef, di encam de her du tank derb kirin û neçarî vekişandinê kirin.
Li taxa Ataturkê yekîneyên me yên parastinê bi çekên giran wesayîteke zirxî ya Kobra kirin hedef, derb kirin û bêkêr kirin.
Li taxa Bahçelîevler dema komek JOH kom bûn ji aliyê yekîneyek me hatin hedefgirtin, POH’ek hate kuştin.
Hêzên dewletê bi teknîkek zêde taxan dike hedef û şer li Taxa Yenî jî didome. Detay û encam wê piştre bên ragihandin.