Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da, diyar kir ku tevahî hewldanên çeteyên Qesrê yên her tim ji bo bikevin taxan rêbazan diceribînin vala hatine derxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku di encama şer û çalakiyan de 6 çeteyên Qesrê hatine kuştin, çeteyekî Qesrê jî birîndar bûye, got: “2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin, tankek hatiye bêkêrkirin, 3 tank jî hatine derbkirin. Bi giştî 6 şervanên me yên YPS’ê gihiştine şehadetê.”
LI NISÊBÎNÊ LI HEMBER TANKÊ ÇALAKIYA BI ROKETAN
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku li Nisêbînê 3’yê Nîsanê dema tankekê ji aliyê Rêya Îpekê ya Taxa Elîka hewl da bikeve taxê bû hedefa roketan û bi derbxwarinê vekişiyaye, wiha dewam kir: “Dîsa tankek din piştî nîvro xwest bikeve heman cihî, di encama çalakiya sabotajê de hatiye bêkêrkirin.
4’ê Nîsanê dîsa çeteyên Qesrê ji çar aliyên xwestin ji ser Rêya Îpekê ya Taxa Elîka bikevin taxê, li ser vê hêzên me yên parastina sivîl kemîn danîne. Di encama lêdanan de tevî mirî û birîndar hene jî hejmar nehatiye zelalkirin. Piştî lêdanên li qada Morika ya girêdayî vê taxê jî endamekî JOH’ê hate kuştin, JOH’ek j birîndar bû. Di şer de 2 şervanên me yên YPS’ê bi awayekî fedaî çûn ser çeteyên faşîst qetlîamker û gihiştine şehadetê.
*Cilo Botan/ Rojhat Îşleyen/ Dayik Nazime/ Bav: Omer/ 1993 li Geverê ji dayik bûye
*Yildiz Gavar/ Nerîman Koçhan/ Dayik: Halîme/ Bav: Ebûbekîr/ 1992’yan li Mêrdînê ji dayik bûye/ 2010’an ji Mêrdînê tevlî bûye
5’ê Nîsanê saet 11.00’an dema wesayîtek zirxî ya Ejder diket taxa Koçerê ji aliyê yekîneyên me yên parastinê çalakiya bi roketan pêk hatiye û ev wesayît bi temamî hatiye îmhakirin. Di heman rojê piştî nîvro de çeteyên Qesrê yên vê carê jî bi 2 tankan hewl dan bikevin taxê bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin, piştre her du tank jî bi derbexwarinê vekişiyane. Dîsa di saetên pêş de di encama lêdanan de 2 endamên JOH’ê hatine kuştin.”
LI ŞIRNEXÊ ÇETEYÊN QESRÊ HATIN HEDEFGIRTIN
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li Şirnexê jî 5’ê Nîsanê piştî nîvro li ser rêya Cizîrê 5 çeteyên Qesrê hatine hedefgirtin, wiha got: “5’ê Nîsanê piştî nîvro li ser rêya Cizîrê 5 endamên POH’ê hatine hedefgirtin, di encama çalakiyê de 3 endamên POH’ê hatine kuştin. Piştre çeteyên Qesrê Taxa Îsmet Paşa dan ber bomberdûmanê. Li vir 2 şervanên me yên YPS’ê yên bi navê Zinar Serhat û Rizgar Batman gihiştine şehadetê. Agahiyên bi detay wê piştre bên ragihandin.
Sicîla hevalê Şoreş Goyî yê li navenda Şirnexê şehîd ketiye wiha ye:
Şoreş Goyî Masîro/ Yûsif Aybak/ Dayik: Mehat Bav: Sadûllah/ Jidayîkbûn: Mêrsîn 1995/ Dîroka Beşdarbûnê: 2011
LI WANÊ LI HEMBER WESAYÎTA ZIRXÎ JI ÇAR ALIYAN VE ÇALAKÎ
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di 4’ê Nîsanê de hêzên parastina sivîl li hember 2 wesayîtên zîrxî yên li Taxa Karşiyaka ya li ser Rêya Îpekê ya li navendê xwestin derbas bibin ji 4 aliyan ve li her 2 wesayîtan xistine. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha eşkere kir: “4’ê Nîsanê di saetên şevê de dema ku 2 wesayîtên zirxî yên li Taxa Karşiyaka ya li ser Rêya Îpekê ya li navenda Wanê xwestin derbas bibin, hêzên parastina sivîl ji 4 aliyan ve li her 2 wesayîtan xistin. Li vir têkildarî kuştî û birîndarên çeteyên qesrê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Agahiyên zelal wê piştre bên parvekirin.”
LI GEVERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku duh şev li navçeya Gever a Colemêrgê li hember wesayîta zirxî çalakiya sabotajê pek anîne û wiha berdewam kir: “5 Nîsanê saet 02.30-03.00’yan wesayîtek zirxî dema ku ji Taxa Gungorê ber bi Taxa Cumhuriyetê ve diçû bû hedefa çalakiya hêzên me ya sabotajê û di vê çalakiyê de wesayîta zirxî giştî îmha bû. Piştî çalakiyê hêzen dewletê taxên berxwedanê bi tank, obus û hawanan bombebaran kirin.
Nasnameya şervanê me ê ku şehîd ketiye wiha ye:
* Adil Bilikî / Yunus Keskîn / Dayik: Narîn Bav: Seyfî / Jidayikbûn:1999 Silopiya / Tevlîbûn:2016 / Roja Şahadetê:5’ê Nîsan .”