YPS: 40 tîmên taybet di bin enqazên de man
Fermandariya Şirnexê ya YPS’ê bîlançoya çalakiya duh li Şirnexê li dar xistibûn eşkere kir, da xuyakirin ku 3 avahî hatine teqandin, 40 çeteyên Qesrê yên li van avahiyan di bin xirbeyan de mane.
Fermandariya Şirnexê ya YPS’ê bîlançoya çalakiya duh li Şirnexê li dar xistibûn eşkere kir, da xuyakirin ku 3 avahî hatine teqandin, 40 çeteyên Qesrê yên li van avahiyan di bin xirbeyan de mane.
Fermandariya Şirnexê ya YPS’ê bîlançoya çalakî û şerên duh eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şer û çalakiyên duh bê navber saet ji 11.00’an heta êvarî 21.00’an dom kir de bi dehan endamên JOH û POH’ê hatine kuştin. YPS’ê bîlançoya şer û çalakiyên ji duh êvarî ve bi dijwarî didomin wiha da xuyakirin:
“Duh li Taxa Îsmetpaşayê di şer û çalakiyên 10 saet bê navber berdewam kirin de 3 avahiyên ku hêzên dijmin xwe bi cih kiribûn hemwext hatin teqandin. Herî kêm 40 çeteyên Qesrê di bin xirbeyên van avahiyan de mane.
Çeteyên Qesrê yên ji bo van JOH û POH’ên di bin xirbeyan de derxînin hatin jî ji çar aliyan ve hêzên me derbe lêxistin. Di şerên li vir de bi zelalî 20 çete hatin kuştin. Hêzên me nahêlin cenazeyên JOH/POH ên di bin xirbeyan de bên girtin. Şer li çar aliyan hê dewam dike.
Di heman saetan de çeteyên Qesrê ji bo cenazeyên xwe bigirin ji pişt ve ji Taxa Cûmhûriyetê êrîş kirine. Di şerên dijwar ên li vir de jî 11 çete hatine kuştin.
Her wiha 2 kepçe, 1 Kobra, 1 Kîrpî hatine îmhakirin. Li her du taxan jî cenazeyên Qesrê hê li erdê ne. Hêzên me nahêlin ti kes cenazeyan bigirin.
Koordînasyona me ya Giştî, wê agahiyên têkîldarî çalakî û şerên qewimîne piştre bi raya giştî re parve bike.”