Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku li dijî dûvikên AKP’ê û Qesrê yên bi leşker, polîs, çeteyên DAIŞ’ê, kontrayan û tetîkvanên xwe re bi armanca qetlîamê li Kurdistanê ne, têkoşîna bi rûmet û mafdar a yekîneyên parastina sivîl dewam dike.
YPS’ê da xuyakirin ku hêzên dewletê piştî bomberdûmanên zêde yên li ser taxan bi armanca ketina taxan operasyonên xwe didomîne. Hem baskên wan ên êrîşî bi awayekî bi bandor hatiye hedefgirtin û şkandin hem jî çekên wan ên giran hatiye derbkirin û bêkêrkirin.
CERDEVAN JI ALIYÊ HÊZÊN DEWLETÊ HATE KUŞTIN
Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya dawî de ev zîhniyeta qetlîamker a têkîldarî mijara tevlîkirina cerdevanan a operasyonan hewl dide hesasiyeta di raya giştî de çêbûye bi kar bîne, agahiya manîpule dike, di enformasyonên xwe yên li ser medyayê de gotine cerdevanek ji aliyê hêzên me hatine kuştin. Berevajî, ji aliyê me tê zanîn ku ev cerdevan ji aliyê hêzên dewletê hatiye kuştin. Li gor lêkolînên Koordînasyona me, 23’ê Adarê li wê taxa tê diyarkirin bi yekîneyên me re ti şer çênebûne. Em wek Koordînasyona YPS’ê me diyar kiribû ku wê yekîneyên me li hember cerdevanan ne di nav ti hewldanên hedefgirtinê de bin. Ev vê careke din nû dikin. Bi vê wesileyê em destnîşan dikin ku pêwîst e bi çeteyên Qesrê re tevlî operasyonên dagirkirina bajarên me nebin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin “Eger agahiyên em bi raya giştî re parve dikin bi baldarî bê şopandin, di çarçoveya bîlançoya kombûyina çend rojan e” û wiha dom kir: “Di vê pêvajoya ku bi operasyonek nêrîn avakirinê û astengkirina ramanên azad, qasî ku têkîldarî şer agahiyên bi detay hatin bidestxistin wê bi gelê me û raya giştî ya hêstiyar re parve bike.”
Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî hatin dayîn:
ŞIRNEX
“27’ê Adarê di şerê li Taxa Îsmet Paşa ya Şirnexê ya di navbera hêzên dewletê û yekîneyek me ya parastinê de endamekî POH hate kuştin. 28’ê Adarê jî dîsa li heman taxê wesayîtek zirxî ya Kobra ji aliyê yekîneyên me hat dîtin ku kemînan datîne û hate hedefgirtin. Di hundirê ev wesayîta hat îmhakirin de hejmara tîmên taybet ên mirî nehate zelalkirin.
28’ê Adarê di şerê li Taxa Cûmhûriyetê de 3 endamên JOH’ê hatin kuştin.
28’ê Adarê li Taxa Dîcleyê dema polîsên tîmên taybet li malekê bûn ji aliyê yekîneyên me yên parastinê ev hêzên faşîst ên ji bo qetlîamê li herêmê hatine wezîfedarkirin hatin hedefgirtin. Windahiyên li vir nehatin zelalkirin.
29’ê Adarê li Taxa Îsmet Paşa dema wesayîtek kepçe hewl dida malan hilweşîne ji aliyê ciwanên parastina taxê hatin sekinandin û derbkirin.
29’ê Adarê piştî nîvro polîsên ku ji aliyê taxa Îsmet Paşayê operasyon dan destpêkirin bûn hedefa yekîneyek mey ê parastinê. Di encama şer de bi zelalî 2 tîmên taybet hatine kuştin.
Hêzên dewletê yên ji aliyê Taxa Tatarlar êrîş kirin jî bersiva pêwîst girtin, di encama lêdanên ciwanên me yên berxwedêr de 3 tîmên taybet hatine kuştin. Piştî domandina şer, di saetên pêş de hate tespîtkirin ku 4 tîmên taybet ên din jî hatine kuştin.
Wesayîtek zirxî ya Kobra û tankek ên li girê Ziyaret ê Taxa Dîcleyê hatibûn bicih kirin, di encama çalakiyên sabotajê de hatin bêkêrkirin.
23’yê Adarê li Taxa Omerkoyê cerdevanê bi navê Abdûllah Fîdan ji aiyê polîsên tîmên taybet hatiye kuştin, piştre bi agahiyên manîpule kirine ve di medyayê de hatiye gotin ku ev cerdevan ji aliyê YPS’ê hatiye kuştin. Ev nûçe bi temamî derew e, zîhniyeta faşîst wek rêbazekî qirêj ê şerê taybet ev bi kar aniye.
NISÊBÎN
29’ê Adarê di encama çalakiyên yekîneyên me yên parastina gel ên li aliyê Weysikaya Taxa Koçer de 2 tîmên taybet hatine kuştin.
29’ê Adarê saet di navbera 05.30’an û 11.00’an de hêzên dewletê ji sê milan Taxa Kanîka bombe kirin.
Me ragihandibû ku 27’ê Adarê piştî nîvro saet 15.45’an dema konvoya dijmin li Sêrê û rêya Cûmhûriyetê ya li Taxa Kanîka derbas dibû, yekîneyên me yên parastinê çalakiyek sabotajê li dar xistin, wesayîtên zirxî yên Ejder û Kobra îmha kiribûn. Di vê çalakiyê de serdarek û serpelek jî tê de 7 tîmên taybet hatine kuştin û 22 çete jî birîndar bûne.
GEVER
Ji 29’ê Adarê ve li Taxa Cûmhûriyetê şer didomin. Yekîneyên me yên parastinê bi awayekî bandor wezîfeyên xwe yên parastinê bi cih tînin, di heman demê de bersivên van êrîşên dijwar jî didin. Tevî mirî û birîndarên dijmin hene jî hejmar nehatine zelalkirin. Hêzên qetlîamker ên piştî êrîşên giran ên li ser taxê hewl didin bikevin taxê, rastî berxwedanek xurt tên.”