YPJ: Şerê me yê li dijî teror û sitemkariyê yek şer e
Fermandariya YPJ-Efrînê diyar kir ku şerê wan yê li dijî teror û sitemkariyê yek şer e û hemû yekîneyên wan ji bo destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade ne.
Fermandariya YPJ-Efrînê diyar kir ku şerê wan yê li dijî teror û sitemkariyê yek şer e û hemû yekîneyên wan ji bo destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade ne.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ-Efrîn têkîldarî êrîşên komên çete yên li ser Şehbayê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Bi zêdebûna êrîşên hovane yên komên terorîst li ser herêma Şehbayê ku di radeya yekê de vîna jinê hedef digre û dixwaze hişmendiya înkarê li ser ferz bike, israra jinên herêmên Şehbayê ya têkoşîn û berxwedaniyê zêde dibe. Berxwedaniya lehengî ya jinên Şehbayê îsbat kir ku ew dikare li hemberî hovîtî û reşahiyê bisekine û vê berxwedaniyê veguherîne şoreşeke jinê ku pêşengîtiya gel û pêkhateyên herêmê.”
Fermandariya YPJ-Efrînê di berdewama daxuyaniya xwe de ev gotin:
“Wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em li hemberî ruhê lehengên xwe ku li pêşbirî êrîşên terorîstane di Eniya Parastina Jin a Şehbayê de canê xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin.
Em her wiha soz didin şehîdên vê hêzê Aljîn û Nûjan ku em rêya têkoşîna wan hetanî rizgariya ji koledarî û zordariyê dewam bikin.
Em dîsa dibêjin ku em amade di şerê li dijî terora rêxistina DAIŞ'ê de em destekê bidin. Em jî li hemberî wê sekinîn û li Rojava jî me şerekî dijwar li hember daye meşandin.
Şerê me yê li dijî teror û sitemkariyê yek şer e û hemû yekîneyên me ji bo destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade ne.”