YPG/YPJ’iyan berxwedêrên sînor silav kirin
Li gundê Elîzer a xeta sînorê Pirsûsê bi hezaran destê hev girtin û zincîra mirovahiyê avakirin silav ji şervanên YPG û YPJ’ê re şandin.
Li gundê Elîzer a xeta sînorê Pirsûsê bi hezaran destê hev girtin û zincîra mirovahiyê avakirin silav ji şervanên YPG û YPJ’ê re şandin.
Li gundê Elîzer a xeta sînorê Pirsûsê bi hezaran destê hev girtin û zincîra mirovahiyê avakirin silav ji şervanên YPG û YPJ’ê re şandin. Berxwedêrên di wesayîtên xwe de yên di navbera gundên Êlîşar û Kosikê de jî ji destê xwe ji berxwedêrên çalakiyê re rakirin.
Berxwedana Kobanê di 146’an de li xeta sînor hat silav kirin. Welatiyên li xeta sînor ya Pirsûsê hatin cem hev, berxwedana destanî biç epik û dirûşmeyan silav kir. Di zincîra hat avakirin de ligel alên PKK, KCK, YDG-H, YPG, YPJ’ê posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Dirûşm hatin berzirin û qehremanên berxwedanê silav kirin.
Bi hezaran kesên li gundê Êlîzer hatin cem hev jî heta gundên Êlîşar û Kosik yên Kobanê meşiyan. Li nokteyeke nêzî sînor sekinin û zincîr avakirin. Girseyê dirûşme berzkirin û berxwedêrên Kobanê silav kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê jî di navbera her du gundan de di wesayîtan de bû destê xwe bilind kirin û ew silav kirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û dirûşme hatin berzkirin.