YPG/YPJ gihaştin Çemê Firatê

Hêzên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de gundên Zormixar û Ziyaret ku li qiraxa çemê Firatê ne ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de gundên Zormixar û Ziyaret ku li qiraxa çemê Firatê ne ji çeteyan rizgar kirin.

Hat ragihandin ku îro hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Zormixar û Ziyaret ên rojavayê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de her du gund bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Tê zanîn ku gundê Zormixarê gundê herî dawî li ser sînorê herêma Kobanê ji aliyê rojava ve ye û li rex çemê Firatê ye.