YPG’yiyê 60 salî yê ji Sînopê di êrîşa DAIŞ’ê de hat qetilkirin

Derket holê ku şervanê YPG’ê Karker ê ji Sînopê û bi eslê xwe Arnavut di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatiye qetilkirin. Karker Kobanê yê berî niha bi demekê ji Rojnamevan Rojîn Akin re axivîbû banga, “Werin em şoreşê bi hev re ava bikin” kiribû.

Derket holê ku şervanê YPG’ê Karker ê ji Sînopê û bi eslê xwe Arnavut di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatiye qetilkirin. Karker Kobanê ê berî niha bi demekê ji Rojnamevan Rojîn Akin re axivîbû banga, “Werin em şoreşê bi hev re ava bikin” kiribû.

Di nûçeya ku 11’ê Hezîranê di ANF’ê de hatibû weşandin Karker Kobanê banga avakirina şoreşa Kobanê kiribû…

Li navenda bajarê Kobanê, li dawiya kolana 48'an, li hember avahiya kantonê, hewşeke ku top, hewan, erqazên erebeyan, roket, bombe û cebilxaneyên cur bi cur lê ne, heye. Ev der beriya şer wek qada sporê hatiye bikaranîn. Îro jî ji bo muzeya şer hemû muhîmat û bermahiyên derdorê li vê hewşê hatine berhevkirin. Ev der baxçeyekî ji êşeke mezin e.

Me ji hev re digot, gelo çend kes bi bandora vê topa hewanê jiyana xwe ji dest dane, ev pêlîstok a kîjan zarokî bû. Di vê navberê Heval Karker nêzî me dibe. Bi ‘Dem baş’ bersiva me dide.  Ez dibêjim ‘Hûn li vir çi dikin’, ew jî dibêje ‘Ez tevlî YPG’ê’ bûme û dibêje; navê min Karker e, ez 60 salî me, ez ji Sînopiyê me, ji warê Diyojen im.”

Tiştên ku min meraq kir vegot. Ez çima derewan bikim, hinek matmayî mam; Min di berxwedana Kobanê de gelek Tirkiyeyî nas kir lê ev 60 salî ye, ji Sînopiyê ye û Arnavut e… Neviyê bapîreke ku beriya yekemîn şerê cîhanê gerîlatî kiriye, hevalê Karker. Bi eslê xwe ji Prîştîneliye.  Di duyemîn mubadeleyê de sirgûnê Sînopê hatine kirin. Li wir ji dayik bûye. Bavê wî di kana madenê de dest bi kar kiriye û bi vê re bar kirine Zongûldakê.

Heval Karker dibistana seretayî li Zongûldakê dixwîne. Bi bavê xwe re di temenê biçûk de mîtîng û grevan nas dike. Di 13 saliya xwe de bavê xwe di qezaya madenê de ji dest dide û diçe cem metka xwe ya li Stenbolê. Hem dixwîne û hem jî li restorantekê dixebite. Ciwanên şoreşger nas dike.  Taxa ku metka wî lê dimîne jî taxa şoreşgerane. Bi hevkariya şoreşgerekî, di pirtûkxaneyekê de dest bi kar dike. Di sala 76’an de endamên tevgera Rizgarî nas dike û bi wan re dixebiite. Di korteja Ala Rizgarî ya 1’ê Gulana bi xwîn ya 77’an de cih digire.  Di 78’an de tê girtin û bi Îsmaîl Beşîkçî re di heman koxuşê de dimîne. Heval Karker diyar dike ku girtîgeh ji bo wî akademiyeke mezine. Bi xwendin, nîqaş, platforman girtîgehê vediguherin akademiyan. Di dawiya salên 91’ê de ji girtîgehê derdikeve û tê Stenbolê û karê neqliyatê dike. Şaxeke neqliyatê li Dîlokê ava dike.  Lê dest ji şoreşgeriyê jî bernade. Têkildarî Apoyiyan fikra wî ji xwe heye. Ji ber kar diçe Dîlok, Siwêregê. Li Heweg û Siwêregê xebatan dimeşîne. Cemîlê Êlihî bi tesadufî nas dike. Di rastiyê de jiyana hevalê Karker bi Kurdan re her tim bi tesaduf pêk tê. Bavê wî karkerê madenê bû û ji ber vê jî nakokiya bindest-serdest baş fêm dike. Kurd û Kurdistanê her tim eleqeya wî kişandinye. Heval Karker diyar dike ku daxwaz, rexne, rexnedayîna Apoyiyan di her rêxistinê de hebû lê di çareseriyê de xetimandin dihat jiyîn. Karker da zanîn ku di esasê vê tevgerê de mirov hebû. Di pêvajoyên HEP-DEP’ê de aktîf cih digire. Dixebite. Valahî hebûya dadigirt. Heval Karker diyar dike ku hemû ciwan wî nas dikin.

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir… Li ser banga Ocalan tê Pirsûsê. Li gundê Alîzer-Mahser û Musa Anter çalakiyên zincîra mirovahiyê û nobetên sînor rêxistin dike. Kursiyên gel ava dike û perwerdeyan dide. Karker dibêje: “Em li ser banga Rêberê Gelê Kurd hatin vir. Em mêvanê rêberiya xwe bûn. Em li gorî paradîgmaya wî tevgeriyan. Ji ber vê me qet dema xwe vala derbas nekir.” Malên Kumbetê tamîr kirin û kirin muze, pirtûkxane. Bêguman dema bi vî karî re mijul dibe, li rêyên ku derbasî Kobanê bibe jî digere. YPG’iyan ev bihistibû. Hevalê Karker nas kirine. Ji ber vê wî vexwendiyê Kobanê dikin. Ew 3-4 rojan li Kobanê digire. Li her derê bombeyên teqiyayî, topên hewanê û mayîn hene. Ev rewş hevalê Karker dike nava tevgerê. Bi hevalên rayedar re hevdîtinê dike û hemû bermahiyên bombe, top, mayînan berhev dike û hewl dide muzeya şer ava bike. Yekane daxwaza wî ev e ku hevalekî Tirkî dizane û wesayîtekê bidin gel wî. Hema tê organîzekirin, hevalekî YPG’ê fedayî didin cem wî. Fedayî Kurdî û Tirkî dizane û vê jî têkiliya wî ya bi Kobaniyan re hêsantir kiriye. Kobaniyî êdî wan nas dikin. Kî li ku bermayînan bibîne agahiyê didin wan.  Heta îro nêzî 800 bombeyên nehatine teqandin,  topên hewanê yên 120, 80 û 60’î , 4 ton mayîn û nêzî 200 bobmeyên destan berhev kirine.

Karker diyar dike ku Rêbertî dibêje ‘dîrok di demê de tê jiyîn.’ Karker wiha berdewam dike: “Di dema em lê bûn Kobanê şer qezenc kir.  Ez niha şahidê vî şerî me. Parçeyekî wê me û di nav de me.  Ez li dijî DAIŞ’ê li vir im. Min îradeya xwe bi îradeya partiyê re kir yek û ez beşdar bûm. Li vir du felsefeyan şer kir. Felsefeya rêberiyê û felsefeya emperyalîzmê. Felsefeya emperyalîzmê li Kobanê ket gorê. Şervanên YPG û YPJ’ê çeteyên DAIŞ’ê di çopê de vedişêre. Li vir şoreşek tê jiyîn. Ev 40 sal e me li kolanan banga sosyalîzmê û şoreşê kir. Em ê sosyalîzmê li vir ava bikin. Werin em sosyalîzmê bi hev re ava bikin.”