YPG û pêşmerge jî beşdarî pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bûn

Li Kobanê bi munasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bername didomin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li navenda bajar pêk hatin bûn û her wiha YPG-YPJ û pêşmerge jî di şahiyê de amade bûn.

Li herêma pîrozbahiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Ocalan û dayika wî Uveyş Ocalan, alên YPG û YPJ’ê, pankartên ‘Rojbûna te rojbûna gelê Kurd e, rojbûna te pîroz be ey serok’ û her wiha wêneyên 11 şervanên ku di berxwedana Serzorî de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.  Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî hatin qadê û bi wesîleya vê rojê şekir li zarokan hat belavkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Koroya Zarokan a Tev-Çandê derket ser dikê. Nûnerên hikûmeta Kantonê û rêxistinê civaka sivîl axaftin kirin û piştre komên muzîka herêmî derketin ser dîkê. Şervanên YPG û YPJ’ê posterên Ocalan hildan û govend gerandin. Pêşmergeyan jî li herêmê bi gel re rojbûna Ocalan pîroz kir.