YPG: Til Hemis hat dorpêçkirin

Berdevkê Fermî yê Hêzên YPG’ê Rêdûr Xelîl û Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah,diyar kirin ku bi sedan gundên herêma Til Hemîsê hatine rizgarkirin

Berdevkê Fermî yê Hêzên YPG’ê Rêdûr Xelîl û Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah di civîneke çapemeniyê de ku li herêma Til Hemîsê hate lidarxistin de  diyar kirin ku bi sedan gundên herêma Til Hemîsê hatine rizgarkirin û hêzên YPG’ê ji bo rizgarkirina bajaroka Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ’ê bi israr e û niha ji 3 aliyan ve hatiye dûrpêçkirin.

Di destêka civînê de Berdevkê Fermî yê Hêzên YPG’ê Rêdûr Xelîl wiha got:

Li Til hemîs ev 6 roj in şerekî giran ji aliyê hêzên me ve tê meşandin. Her wiha erebên herêmê jî bi awayekî çalak cihê xwe di vê operasyonê de cih digirin. Her wiha Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê jî cihê xwe di nava vê operasyonê de girt.

Li aliyê başûr, bakur û rojhilat ên bajaroka Til Hemîsê bi temamî di bin kontrola şervanên me de ne. tenê ji aliyê rojava yê ku dikeve aliyê bajaroka Til Birakê nehatiye girtin. Em dikarin bêjin Til Hemis sê aliyên wê ji aliyê YPG/YPJ ve hatiye dorpêçkirin. Til hemis di kantona Cizîrê de navenda herî mezin ya DAIŞ’ê bû. Her wiha mayina çeteyan li Til Hemîs metirsiyek li ser kantona Cizîrê hebû. Her wiha ji ber aliyêk yê Til Hemîs dikete çiyayê Şengalê, ji bo Şengalê metirsî bû. Dîsan çeteyên terorîst Til Hemîs ji bo Mûsil jî weke cebheyê yan ji navendek bi kar tanî.

Gelê ku li herêma Til Hemîs û gundên wê jiyan dikir, zerarek mezin ji çeteyan dîtin. Êdî gelê herêmê ji çeteyan bêzar bibûn. Ev jî bo sedem ku hêzên me YPG operasyonek li dijî Til Hemîs bidin destpêkirin.

Berxwedana heza me YPG li dijî çeteyan berdewam dike. Piştî berxwedana Kobanê û şikandina çeteyan li Kobanê, bo sedema metirsiyekê ji bo çeteyên DAIŞ’ê herêmek din êrîşê gelê herêmê bike. Di encama operasyona ji 21’ê sibatê ve hate despêkirin, em nikarin hejmareke zelal bêjin, ji ber ku hîna operasyon berdewam dike. Lê heta niha hejmara ketî destê me ji 100’an zêdetir çete hatine kuştin. Her wiha gelek ji van kuştiyên çeteyan di destê hêzên me YPG de ne. Dîsa hejmareke zêdê ji cebilxaneya çeteyan jî hatiye desteserkirin.

Piştî ku operasyona Til Hemîs hate destpêkirin, bajarê Til Temir rastî êrîşek hovane yê çeteyên DAIŞ’ê taybet li ser gelê herêmê Asûrî Û Sûriyanî hatin. Di encama vê operasyonê de zêdetirî 100 hemwelatiyên herêmê hatine kuştin û revandin. Piştî êrîşên çeteyan, hêzên YPG bersiva çeteyan dan û xeta parastinê çêkirin. Piştî ewqas zextên mezin ên li Til Hemîs, em li bendê bûn ku çete hezên wan êrîşê cihek din bikin. Taybet êrişkirina Til Temir derbeyek bû ji bo gelê herêmê yên Kurd, Ereb, Asûrî û Sûriyanî jiyan dikin.

Li gundê Hirmiz yê Til Temir dema ku çete êrîşî gund dikin, jinek Aşûrî berxwedanek mezin nişan da, 4 çeteyên DAIŞ’ê dikuje. Piştî ku 4 çeteyan dikuje, DAIŞ wê jina Asûri digre û serê wê jê dike û bi deriyekî ve daliqand. Niha ji li Til Temir şer û pevçun berdewam dike.

Çawa ku şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê tarûmarkirin, YPG’ê di şerê Til Hemîs de jî israr dike ku bigihije armanca xwe û Til Hemîs rizgar bike. Heya vê sibehê ji israrek a çeteyan jî hebû ku li Til Hemîs ber xwe bidin. Vê sibehê 4 erebeyên çeteyên DAIŞ’ê ku ji mayina dargirtibûn, xwestin bi yekîneyên YPG’ê ve biteqînin, lê ji beriya ku bigihijkin herêmên dibin destê YPG de hatin imha kirin. Ev jî bê moralîyek mezin di nava çeteyan de da çêkirin. Her wiha heya niha ji sedan zêdetir gund ji destê çeteyan hatine rizgarkirin. Bi dehan mezra ji hatine paqij kirin ji çeteyan.

Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên hêzên pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundên Herêma Başûr bandoreke erênî li operasyona hêzên me kir û ji bo me wekî alîkariyekê bû.

Di civîna çapemeniyê de her wiha Nesrîn Ebdullah jî axivî û wiha got:

Hemleya ku ji aliyê YPG û YPJ’ê li Til Hemîs hatiye destpêkirin, hemleyek dîrokî ye ji bo gelê herêmê. Ev hemleya hatiye destpêkirin, mirov tenê di aliyê leşkerî de temaşe bike kêm e. Ji ber ku îro ev operasyon nirxên pîroz yên hemû pêkhateyên herêmê diparêze.

Tişta din a herî balkêş a vê hemleyê kêfxweşiya gelê herême û parastina nirxên wan bûn. Ev hemle hemleyek leşkerî, siyasî, exlaqî bû. Operasyon berdewam dike, êrîşên çeteyan yên hemû çeperan hatin şikandin. Mirov dikare bêje tiştên li dijî exlaq û nirxê mirovahiyê kirin, di van çeperan de hatiye şikandin.  Her wiha ev operasyon rihê netewî, biratî û berxwedanê derxist pêş.

Endamê YPG’ê yê ku bi navê Jonhson ku eslê xwe ji Awûstûralya ye, di encama opersyona Til Hemîs de şehîd ket. Em weke YPG Jonhson weke şehîdê gelê Kurd û mirovahiyê dibinin û îlan dikin. Em weke YPG’ê sersaxîyê ji malbata Johnson û gelê Avustralya re dixwazin. Şahadeta Jonhson ji bo me bi nirx e. Ji ber dewleta Awûstûralya bi sedan kîlometre ji axa Rojava dûr e ji bo dijî çeteyên terorist şer bike tevlî YPG’ê bû. Bi awayekî aktiv Jonhson cihê xwe di nava YPG’ê de girt heya deqeya dawî li ber xwe da û gihişt şehadetê.

Hinek çapemenî berdevkiya DAIŞ’ê dikin, dixwazin antî propaganda YPG’ê bike û YPG’ê şer bike. Êdî cîhan hemû baş nas dike pêşeroj bi DAIŞ’e re nabe.