YPG: Silûk azad bû, tevgera dorpêçkirinê destpê kir
YPG'ê da xuyakirin ku bajarokê Silûkê û gelek gund hatine azadkirin û diyar kir ku li hemberî komên çete yên li Til Ebyad û derdora wê bicih bûne, tevgera dorpêçkirinê destpê kiriye.
YPG'ê da xuyakirin ku bajarokê Silûkê û gelek gund hatine azadkirin û diyar kir ku li hemberî komên çete yên li Til Ebyad û derdora wê bicih bûne, tevgera dorpêçkirinê destpê kiriye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, şervanên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê, ku li hemberî komên çete yên li Til Ebyad û derdora wê bicih bûne, tevgera dorpêçkirinê dane destpêkirin.
Navendê diyar kir ku bajarokê Silûkê duh bi şev hatiye azadkirin û xebatên lêgerînê yên li bajarok dewam dikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî azadkirina bajarokê Silûkê hêzên YPG/YPJ'ê berê xwe dane herêma di navbera Til Ebyad û Silûkê de û gundên bi navê Seîdo, Xişman, Til Eşq Seîde, Bêjing, Kevok, Enzê, Mişêrfa Şêx, Îsawî, Ayn Ul Arus û 20 gundik ji çeteyan paqij kirine.
DERBÊN GIRAN LI ÇETEYAN HATIN XISTIN
Navendê got, "Hêzên me yên bi berxwadana Kobanê ya dîrokî re destan nivîsandin jî ji rojava û başûrrojavayê Til Ebyadê de pêşveçûn û derbên girîng li çeteyan xistin" û ev agahî da:
"Hêzên me yên Kobanê jî di nava 24 saetên dawî de li vê herêmê gundên bi navê Frêhan, Hêmira Kurda, Hemira Ereba, Boxa ya Mezin, Boxa ya Biçuk, Rafî, Sikêrat, Im Hiwêş, Nihit, Ebu Zihur, Bedrîa, Ebu Xireze, Xirbet Ebid, Xirbê Elwe, Curîl Xet, Gundê, Cihişa, Seddê, Faris, Eribet Ecil a Mezin, Eribet Ecil a Biçûk û Mebdece ji çeteyan paqijkirin.
Hêzên me gihîştin milê rojhilatê bajarokê Til Ebyadê û li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de niha şerê dijwar diqewime. Dîsa hêzên me yên ku ji bo girêdana çeteyên li Til Ebyadê bi Reqqa re qut bikin ketine nava tevgerê, 4 km nêzî rêya Til Ebyad-Reqqa bûne.
Di operasyonên 24 saetên dawî de bi dehan çete hatine kuştin, hejmarekî zêde çete jî hatine birîndarkirin.
Di van operasyonan de heta niha hevrêyekî me pê li mayîna çeteyan kir û gihîşt şehadetê.
HIN ORGANÊN ÇAPEMENIYÊ AGAHIYÊN DEREW DIWEŞÎNIN
Hin derdor û organên çapemeniyê agahiyên derew û dûrî rastiye, wekî, di tevgera me de mirovên medenî zerer dibîne belav dikin. Hêzên me ji ber ku baş dizane çeteyên DAIŞ'ê welatiyan weke mertalê zindî bikar tîne bi hişyariyeke awarte tevdigerin. Heta niha di pêngava me de tiliya welatiyekî jî xwîn nebûye."