YPG: Li Til Temirê 3 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku hewldanên êrîşê yên çeteyan ên li dora Til Temirê hatine şikandin û herî kêm 3 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku hewldanên êrîşê yên çeteyan ên li dora Til Temirê hatine şikandin û herî kêm 3 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li derdora Til Temirê, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ û komên çete de dewam dikin û diyar kir, ku çeteyên duh bi şev hewl dan ji hin cihan êrîş bikin, hatine bêbandorkirin.

Navendê da zanîn ku di hewldana êrîşê ya li derdora pira Til Temir de 2 çete hatine kuştin û hewldana êrîşê hatiye şikandin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên xwestin li gundê Xerîta êrîş bikin rastî bersiveke tund hatine û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku şevê din komên çeteyan di navbera Hesekê û Til Temirê de 2 mayînên li kêleka rê bicih kiribûn teqandine û got, "Di encama êrîşê de wesaîteke hêzên me derbe xwar. Rêhevalekî me yê di wesaîtê de gihîşt şehadetê, 2 rêhevalên me jî birîndar bûn."