YPG: Li Şeddadê 57 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ'ê ya li Şeddadê hate şikandin. YPG'ê diyar kir, di encama vî şerî de 57 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser encama şerê duh bi şev ê li Şeddadê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê roja 26'ê Mijdarê saet di 03:30 de, êrîşeke berfireh birin ser gundê Ebû Fas û herêma navbera gundên Malha û Mekmen ên ser bi Şeddadê ve.

Li gorî daxuyaniyê, ev êrîş bi piştgiriya maşîneyên zirxî û hejmareke zêde ya çeteyan bi 5 baskan ve li dijî 4 nuqteyên hêzên YPG'ê hatiye kirin.

Navendê diyar kir, hêzên YPG/YPJ'ê bersiv dan êrîşê û li hemû nuqteyan şerekî dijwar qewimî. Hat gotin, şer bi rengekî sînge sîng û dijwar, heta saet 12:00 bênavber dewam kir.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyan her wiha bi hawanan gund û derdora Ezawî jî topbaran kirin û di encama şerekî dijwar de êrîş hatiye şikandin.

57 ÇETE HATIN KUŞTIN, GELEK MAŞÎNÊN ZIRXÎ HATIN RÛXANDIN

Navendê da zanîn, piştî têkbirina êrîşê, hêzên YPG/YPJ'ê li herêmê dest bi operasyonê kirin, dor li çeteyan girtin û gelek ji van çeteyan kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, di vî şerî de 5 panzer, 4 doçka û 2 maşîneyên leşkerî yên DAIŞ'ê hatin rûxandin û bi giştî 57 çete hatin kuştin. Navendê diyar kir, operasyona hêzên wan a lêgerîn û paqijkirina herêmê dewam dike.

6 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "6 hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û êrîşa çeteyan têk birin, gihîştin şehadetê."