YPG: Li Kobanê 20 çete hatin kuştin

YPG'ê têkildarî şerê li herêma Kobanê got ku 20 çete hatine kuştin û cenazeyên 5 çeteyan ketine destên şervanan.

Navenda Ragihandina  YPG’ê der barê encamên dawî yên berxwedana hêzên YPG’ê li herêma Kobanê daxuyanek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 20 çete hatine kuştin û cenazeyên 5 çeteyan ketine destên şervanan. Her wiha hate diyarkirin ku di çalakiyên 24 saetên dawî de 7 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Berxwedana li Kobanê ku gihiştiye asta serketinê di roja 164. de didome. Di navbera hêzên me û komên çete de şerê dijwar rû didin.

Şevê din tevahiya gundê Beyadiyê ku li eniya Rojavaye ji çeteyan hat rizgarkirin. Di encama vî şerî de 11 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û tevî 5 termên çeteyan, 2 BKC û hezar guleyên wê, 2 roketavêja B7, 3 kleşnîkof, dûrbîn û 2 bêtêl hatin desteserkirin.

Şevê din li eniya rojhilat a Kobanê çete êrişî deverên rizgarkirî kirin. Di encama êrişa giran a bi tirimpêlên zirxî de şerê dijwar rû da. Li gundê Derfilît, Bexdik, Eydanê û Gultepe 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Di nava çeteyên mirî de serçeteyê bi eslê xwe çeçen jî heye.

Di nava 24 saetên dawî de 7 hevrêyên me bi îradeyeke mezin û bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”