YPG: Li kantona Cizîrê 4 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di êrîşên dijber ên YPG/YPJ'ê de li Kantona Cizîrê herî kêm 4 çete hatine kuştin, li herêma Qereqozax a Kantona Kobanê jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di êrîşên dijber ên YPG/YPJ'ê de li Kantona Cizîrê herî kêm 4 çete hatine kuştin, li herêma Qereqozax a Kantona Kobanê jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Navendê da xuyakirin, ku hêzên YPG/YPJ'ê li Kantona Cizîrê bi êrîşên dijber, bersivê didin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û ragihand ku di vê çarçoveyê de şevê din li qadên Til Temir-Hesekê û Serêkaniyê li dijî komên çete çalakî hatine lidarxistin.

DI ÇALAKIYÊN DIJBER DE 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Der barê van çalakiyên de ev agahî hat dayîn:

"Di êrîşa hêzên me ya li nêzî gundê Xerîte yê di navbera Til Temir û Hesekê de, bi qasî hatiye zelalkirin 2 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me bi awayekî hemwext li nêzî gundê Til Nasirê yê li rojavayê Til Temir jî çete hedef girtine. Di vê qadê de bi qasî hatiye tespîtkirin 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.

Hêzên me li başûrrojavayê Serêkaniyê, li hember Girê Xenzîr ê li ser xeta sînor çalakiyek lidar xistin. Di vê êrîşê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin."

LI DERDORA QEREQOZAX A KOBANÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê operasyon û pevçûnên li Kobanê de jî ragihand, ku di roja 188. a berxwedanê de çalakiyên YPG/YPJ'ê dewam dikin.

Navendê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin êrîşî qadên ji çeteyan hatine paqijkirin bikin û got, "Di vê çerçoveyê de îro danê sibehê komên çeteyan li hember girên stratejîk ên Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê êrîşek dan destpêkirin. Pevçûnên li qadê bi awayekî dijwar berdewam dikin."