Operasyona YPG/YPJ'ê ya li derdora Til Hemîsê ji bo ji holê rakirina gefa DAIŞ'ê li ser kantona Cizîrê hat destpêkirin, di roja 8. de dewam dike. Di pevçûnên duh û îro de 2 jê serçete 70 çete hatin kuştin û çeteyekî welatiyê Tirk bi birîndarî hat zevtkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di operasyona li derdora Til Hemîsê de hêzên koalîsyonê ya navneteweyî û Ceyş'ul Senedîd ê ji eşîrên Ereb, cih digirin û der barê bîlançoya pevçûnên dawî de ev agahî da:
2 JÊ SERÇETE 70 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Hêzên me yên ku piştî şerê 24 saetan Til Berak azad kirin, di heman şevê de pêşketina xwe dewam kirin. Hêzên me mefreqê stratejîk ê 5 km li başûrê Til Berakê ye, ji destê çeteyan girtin.
Di vê operasyonê de 70 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Di nava van çeteyên hatine kuştin de 2 serçeteyên bi navê Ebu Bekir Es-Safhawî û Cewad El-Heskawî jî hene.
ŞERVANEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Di operasyona rizgarkirina Til Berakê de, rêhevalî me gihîşt şehadetê, 3 rêhevalên me birîndar bûn.
ÇETEYEKÎ DAIŞ'Ê YÊ WELATIYÊ TIRK E, BI BIRÎNDARÎ HAT ZEVTKIRIN
Îro danê sibehê jî hêzên me bi armanca rizgarkirina herêma di navbera Til Hemî û Til Berakê ji çeteyan, operasyonek dan destpêkirin. Di encama vê operasyonê de gundê stratejîk ê bi navê Um El Rus û qadeke 10 km ji çeteyan hatin paqijkirin. Li vir endamekî çete yê welatiyê Tirk bi awayekî birîndar hat girtin. Operasyona li vê qadê dewam dike."