YPG: Ji 27’ê Nîsanê û vir ve 83 çete hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî bilançoya êrîşên ji 27’ê Nîsanê yên komên çeteyên SÛK’ê yên ji aliyê MÎT’a Tirkan ve tên organîzekirin, daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî bilançoya êrîşên ji 27’ê Nîsanê yên komên çeteyên SÛK’ê yên ji aliyê MÎT’a Tirkan ve tên organîzekirin, daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di bersivdayînên êrîşên ji 27’ê Nîsanê yên komên çeteyên girêdayî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) ên ji aliyê MÎT’ê ve tên organîzekirin de 83 çete hatine kuştin, cenazeyê 66 çeteyan di destê yekîneyên wan de ne. Hat diyarkirin ku çeteyên di şer de birîndar bûne birine Tirkiyeyê û li wir tên tedawîkirin.

ME MAFÊ XWEPARASTINA MEŞRÛ BI KAR ANÎ

“Ji dema ku li Sûriyeyê agirbest hate îlankirin û şûn de hêzên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) ên weke YPG û YPJ girêdayî agirbestê meşiyane. Tevî êrîşên komên çete yên li hember nuqteyên yekîneyên me jî hêzên me tenê mafê xwe yê xweparastina meşrû bi kar anîne.

MÎT PERSPEKTÎFÊN ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE DIDIN

Komên çete yên bi navê Cephet El Nûsra, Ehrar El-Şam, Feyeq El-Şam, Ceyş Es-Sûnne, Neviyên Selaheddîn û Sûltan Mûrad bi taybet êrîşî çeper û nuqteyên hêzên me yên li herêma Şehba û derdora Kantona Efrînê dikin û hê jî van êrîşan didomînin. Li hember van hemû êrîşan jî me tenê mafê xweparastina meşrû bi kar aniye, li gorî agirbestê tevgeriyane, em li gorî peymanên navneteweyî tevdigerin. Komên çete agirbestê mîna firsendê bi kar tînin û li hember çeperên me êrîşên dijwar pêk tînin. Komên çete, herêma Ezaz ku weke biryargeh bikar tînin, li hember herêma Şehba êrîşên dijwar didin meşandin û dixwazin belavî vê herêmê bibin. Çeteyên ku ji agirbestê firsendê dibînin, êrîşên xwe yên li hember gund û bajarokên ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin û tên parastin bênavber didominin. Komên çete yên li bajarokê Ezazê, perspektîfên şer ji dewleta Tirk digirin û di heman demê de piştgiriya çekan û cebilxaneyan jî ji Tirkan digirin. Di heman demê de bi van çekan êrîşî çeperên me dikin, ev êrîş ji aliyê MÎT’a Tirkan ve tê organîzekirin.

ÊRÎŞ HATIN ŞIKANDIN, 83 ÇETE HATIN KUŞTIN

Komên çete ji 27’ê Nîsanê ve êrîşî çeperên yekîneyên di bin sêwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikin. Armancên êrîşên van çeteyan ew e ku nuqteya Beradê ya di navbera Gundê Eyn Deqnê û Arfed li gel bajarokê Erfad (Til Rîfet) bixin di bin destê xwe de. Di êrîşa saet 09:00’an ya li Gundê Eyn Deqnê destpê kir de tevî tank, wesayîtên zirxî û çekên giran nêzî 500 çeteyan cih girtibûn. Hêzên me li hember van êrîşan bersivên xurt dan û li herêmê şerên dijware qewimîn. Di encam şerê dijwar de 83’ê çete hatin kuştin û 66 cenazeyên çeteyan ketin destê yekîneyên me. Di heman demê de di şer de jî nêzî 100 çete birîndar bûne. Çeteyên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Tirkiyeyê, li wir têne dermankirin. Di encama van şeran de hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin û derberyên giran li çeteyan hatin xistin.

Di encama şer de alavên ku ketine destên yekîneyên me wiha ne:

4 Heşûyên çeka B-7

66 Çekên Qilêş

254 Jêrjorên Qilêşê

6 Roket

9 Bêtêl

17 Bombeyên destan

WESAYÎTÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DERBKIRIN

Di van şeran de 2 wesayîtên leşkerî û çeka BKC û 8 roketên çeka B-7 hatin îmahkirin, wesayîta zirxî ya BMB (panzêr) hate derbkirin.

11 ŞERVANÊN YPG’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di encama van şerên li hember komên çeteyan de 11 şervanên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Bi saya qehremaniya van hevalên me, hêzên me di şer de serkeftinên mezin bi dest xistin.

Bi vê wesîleyê serê hemû malbatên şehîdan û gelê me sax be.

JI BO ÇETEYAN HIŞYARÎ: WÊ ENCAMÊN HER ÊRÎŞAN HÊ GIRANTIR BIN

Em careke din hişyarî didin hemû komên çete yên ku êrîşî çeperên me dikin; wê ji her demê bêhtir besivên xurt bêne dayîn.”