YPG: Hin alî hewl didin serketinên gelan reş bikin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek derdor dixwazin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê veşêrin û hewl didin ku ji rastiyê dûr hêzên wan tawanbar bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek derdor dixwazin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê veşêrin û hewl didin ku ji rastiyê dûr hêzên wan tawanbar bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek derdor dixwazin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê veşêrin û hewl didin ku ji rastiyê dûr hêzên wan tawanbar bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me operasyonên xwe yên rizgarkirina hemû deverên kantonên Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin. Hêzên me Til Berak, Til Hemîs û gundewarên bajarê Qamişlo ber bi devera çemê Xabûr û çiyayê Kizwanan û gundewarê bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Niha jî şervanên me li rojavayê bajarê Serêkaniyê li ber xwe didin û gihîştin bajaroka Silûk û li gundewarên bajarê Reqayê berxwedana xwe didomînin. Hêzên me bi deh hezaran kîlometre ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Welatiyên herêmê jî bi hemû pêkhateyên xwe bi van serketinan coşeke mezin nîşan dan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Ev serketinên hatine bidestxistin bi saya xwîna şehîdan û lehengiya şervanan pêk hatine.
Lê diyar e ev serketinên mezin ku hatine bidestxistin, hin alî tengezar kirine û têkçûna DAIŞ’ê ne li gorî wan e. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi hemû şêwazên ne exlaqî hewl didin serketinên hêzên me ku bi hevkariya welatiyên herêmê hatine bidestxistin, reş bikin. Hemû pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe şahiya mezin a têkçûna DAIŞ’ê dimeşînin.
Ev hemleya hin dezgehên çapemeniyê ku ji aliyê hin hêzên herêmî ve tê meşandin, hewl dide çîrok û senaryoyan li dijî hêzên me, li dûrî rastiyê çêbikin û hêzên me bi destdirêjiyê tawanbar bikin, her wiha hewl didin ku wêneyekî belav bikin ku ev şerekî nîjadperestiyê ye. Ev çîrok û îdîayên van aliyan dûrî rastiyê ne. Aliyên ku van çîrokan çêdikin tevliheviya ku çeteyên DAIŞ’ê di têkçûna hevgirtina pêkhateyan de nikaribû pêk bîne dixwazin pêk bînin.
Di berxwedana me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi dehan şervanên me yên Ereb şehîd ketin û parastina nirxên azadî û rûmetê kirin. Kêlên goristanên şehîdan ji bo kesên hewl didin rastiyê veşêrin, nîşana vê yekê ne. Bi saya vê hevgirtina dîrokî berxwedana li dijî DAIŞ’ê bi ser dikeve.
Em aşkera dibêjin ev aliyên ku hêzên me tawanbar dikin, dema ku çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Mebrûka, gundê Rawiya, Dehma û gundên Xabûr komkujî pêk anîne, li ku derê bûn?
Îro jî piştî ku me ev herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, ev alî hewl didin hêzên me reş bikin û bi tiştên dûrî rastiyê tawanbar bikin. Ev nêzîkatiyên van aliyan dûrî berpirsyartiyê ne û hewl didin wêneyê çeteyên DAIŞ’ê baş bikin û hebûna wan li herêmê rewa bikin. Her wiha dirûtiya van aliyan aşkera dike.
Em wekî hêzên YPG’ê ji aşkerakirina rastiyan natirsin, lê belê deriyên me ji hemû saziyên çapemeniyê yên navneteweyî û cîhanî re vekirî bûn û hîn bi hemû awayên xwe vekirî ne. Em careke din bang li kesên dixwazin rastiyan li ser erdê bibînin dikin ku werin û dest ji gotegot û îdîayên ku xwe dispêrin çavkaniyên ku têkiliya wan bi hinek deran heye, berdin. Piraniya van çavkaniyan di rastiyê de nîn in û xeyalî ne, di xizmeta berjewendiyên dijberên gelê me yê ku dixwaze ji bermahiyên çeteyan xilas bibin pêk tên. Îdîayên wan li gorî xwestekên DAIŞ’ê ne.
Kiryar û terora ku birayên me yên Durzî li gundê Qelib El-Loz a Dilibê pê re rû bi rû man, ne kêmî kiryarên li Siwêda li dijî wan tê kirin in. Ew kiryarên me behs kirin bi hemû pîvanên xwe cihê şermezariyê ye. Armanc ji van kiryaran ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê berdin hev û nakokiyên di navbera wan de kûr bikin. Em ê wekî YPG’ê bi hemû hêza xwe û bi hemû rêbazan ji bo parastina wan tevbigerin. Em niha viya dibêjin û wê hemû deman jî bibêjin. Em bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û yekîtiya xwe ji bo xêra hemû aliyan bi hêz bikin.
Di heman demê de em bang li birayên me yên sîvîl li herêmên di bin destê çeteyan de û ji ber terora wan ziyanê dibînin dikin ku koçî derveyî welat nekin, lê belê bila berê xwe bidin herêmên aram ên di bin parastina hêzên me li Hesekê û Serêkaniyê. Heta ku arama vegere gundên wan û ew karibin biçin malên xwe, em ê hemû pêdiviyên wan ên jiyanî peyda bikin.”