YPG: Êrîşên provakatîf ên artêşa Tirk berdewam dikin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûdê didomin, da xuyakirin ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirine got: “Êrîşên provakarîf ên artêşa Tirk a li hember sînorê Rojava jî dewam dike.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûdê didomin, da xuyakirin ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirine got: “Êrîşên provakarîf ên artêşa Tirk a li hember sînorê Rojava jî dewam dike.”

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê berdewam dikin.

Komên çeteyan di nava 24 saetên dawî de jî ji herêmên Seken Şebabî, Eşrefiye û Kolana Mûhaberat bi topên hawan û cehenemê êrîş birin ser Taxa Şêx Meqsûdê. Li kelêka van êrîşan di navbera hêzên me û komên çeteyên ku ji herêma Kolana Mûxaberat xwestin têkevin taxê de şer qewimîn. Encama van şeran nehate zelalkirin.

18’ê Nîsanê di saetên cuda de çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran û fûzeyan êrîş birin ser bajaroka Şêxler, gundên Qereqozax, Zormixar û Girê Sor ên giredayî Kobanê.

Komên çete saet 10.00-14.00’an jî bi çekên giran êrîş birin ser Rojhilatê bendava Tişrînê.

Êrîşên Arteşa Tirk ên li ser xeta sînorê Rojava berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de 18’ê Nîsanê arteşa Tirk li herêmên gundên Koran, Qeremox û Xêrebistan ên dikevin Rojhilatê Kobanê êrîş birin ser gelê me yê sivîl. Di encama van êrîşan de hemwelatiyekî me yê sivîl jiyana xwe ji dest da, hemwelatiyek din jî birîndar bû.”