YPG: Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê re ragihand, ku êrîşa bi topan a çeteyan a li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dike. YPG'ê li ser mijarê nameyeke din ji Kordînasyonê re şand.

Fermandariya YPG'ê der barê êrîşên komên çete yên girêdayî qaşo Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku ENKS'ê jî cihê xwe di nav de digre, nameyek ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê re, şand.

Nameya YPG'ê wiha ye:

"Ji Endamên Tîma Taybet a Agirbesta Sûriyê re

Em dixwazin we agahdar bikin ku di roja 13'ê Nîsana 2016'an saet di 13:30 de, komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyê (Tevgera Ehrar El-Şam, Lîwaa El-Fetih, Lîwaa Sultan Murad, Ceyş El-Mucahidîn, Furqeya 16, Tabûrên Nûreddîn Zenkî, Furqeya Şimaliye, Tabûrên Festeqim Kema Umirt, Suqur El-Cebel) topbaran li dijî taxa Şêx Meqsûd li Helebê dewam kirin. Van koman di êrîşên xwe de silahên giran, topên hawanê, mûşekên bi destan hatî çêkirin û sekvan bikar anîn û avêtin Kolana 20 û derdora Mizgefta Ebî Talib a di taxê de. Di encam de, 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û zarok di nav de hejmarek din birîndar bûn.

Navên qûrbaniyan wiha ne:

1- Hisen Mihlo
2- Fayêq Hesen Bekir, 64 salî
3- Fatime Mihemed"