YPG: Êrîşên komên çete, hêzên rejîmê û artêş Tirk dewam dikin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan, hêzên rejîmê û şerê di rojên dawî de qewimiye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan, hêzên rejîmê û şerê di rojên dawî de qewimiye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan, hêzên rejîmê û şerê di rojên dawî de qewimiye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Artêşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.
'ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE Û BALAFIRÊN REJÎMÊ YÊN LI DIJÎ ŞÊX MEQSÛD'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komên çeteyan şeva 23'ê Nîsanê ji herêmên Seken Şebab, Seken Şikeyf, Muselles û Eşrefiye li dijî taxa Şêx Meqsûd êrîşek berfireh lidarxistin. Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku bersivên tund dan êrîşê çeteyan de şerekî dijwar qewimî û hemû êrîş hatin şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vî şerî de nehat zelalkirin.
23'ê Nîsanê saet di 17.15'an de jî balafirên rejîmê BAAS li dijî warên sivîlan ên taxa Şêx Meqsûd êrîşek ezmanî lidarxist. Di êrîş de gelek mal xera bûn û zarok jî di nav de 6 welatiyên sivîl birîndarbûn."
'ÊRÎŞA ÇETEYAN A JI CERABLÛSA JÊRÎN HAT ŞIKANDIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 23'ê Nîsanê saet di 10:00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî gundên Hemam û Girê Sor ên li başûrê bajarokê Şêxler ê Kobanê kirin û hat gotin, "Komek çeteyan ku dixwestin bikevin qadên me, piştî destwerdana hêzên me ji neçarî ji qadê reviyan. Çeteyên DAIŞê saet 24.00'an de ji heman herêmê bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn, ku roja 23'ê Nîsanê saet di nabera 11.00 û 13.30'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin li ser başûr, rojava û başûrrojavayê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê."
'JI BER ÊRÎŞA ARTÊŞA TIRK WELATIYEKÎ KOBANÊ BIRÎNDAR BÛ'
Navendê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li ser xeta sînor jî dewam dikin û hat gotin, "Di çarçoveya van êrîşan de Artêşa Tirk 23'ê Nîsan saet di 20.30 de êrîş bir li ser welatiyên sivîl ên nêzî gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê. Di encama vê êrîşê de welatiyekî me birîndar bû."