YPG: Êrîşên komên çete dewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şerên bi komên çeteyan re heta 24’ê Nîsanê dewam kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şerên bi komên çeteyan re heta 24’ê Nîsanê dewam kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şerên bi komên çeteyan re heta 24’ê Nîsanê dewam kiriye. Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku di şerên li Mûselles, Şara Muxeberat û Eşrefiyê de qasî hatiye zelalkirin 3 çete hatine kuştin, destnîşan kir ku gelek çete jî birîndar bûne.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Sûriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku şerên bi komên çete re heta 24’ê Nîsanê jî dewam kirine, wiha domand: “Di şerên li herêma Muselles, Şara Muxaberat û Eşrefiyê de qasî hate zelalkirin 3 çete hatin kuştin, hejmarek zedê çete jî birîndar bûn.
24’ê Nîsan saet 09.30-11.30 û 19.00-20.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser başûr û rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
24’ê Nîsanê saet 19.00-20.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Girê Sor a dikeve başûrê bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.
Êrîşên arteşa Tirk a li ser xeta sînorê Rojava berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 25’ê Nîsanê saet 02.00'an li nêzî gundê Dinayek ê dikeve rojhilatê Kobanê, li dijî hemwelatiyên me yên sivîl êrîşek li dar xist.”