YPG: Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li herêmên Kobanê û Şêx Meqsûdê berdewam dikin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li herêmên Kobanê û Şêx Meqsûdê berdewam dikin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li herêmên Kobanê û Şêx Meqsûdê berdewam dikin û di encama bersivdayinê de 2 çete hatine kuştin. Di êrîşa li ser Şêx Meqsûdê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Navendê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk jî didomin û 3 welatî birîndar bûne.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“ Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim, Koma Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.
Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 28’ê Adarê di saetên êvarî de ji herêma Mesbeh bi topên dojehê êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûdê. Hêzên me di cih de bersiv dane êrîşên çeteyan. Di vê êrîşa çeteyan de hemwelatiyekî me gihîştiye şehadetê û 2 hemwelatiyên din jî birîndar bûne.
Komên çeteyan bi awayekî hemwext xwestin ji herêma Seken Şikeyf têkevîn taxê. Di şerê piştî destwerdana hêzên me rû da de, qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.
28’ê Adarê saet 15.00-16.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Şêxler a dikeve başûr rojavayê Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê saet 13.00-14.00’an de jî bi çekên giran êrîş birin ser bakurrojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK ÊN LI SER XETA SÎNORÊ ROJAVA BERDEWAM DIKIN
Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 29’ê Adarê saet di 03.30’an de li herêma Girê Şehîd Hogir a dikeve rojavayê Kobanê 4 hemwelatiyên sivîl gulebaran kirin. Di encama vê êrîşê ku heta saet 09.00’an berdewam kir de 3 hemwelatiyên sivîl birîndar bûne.”