YPG: Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk dewam dikin
YPG'ê diyar kir li hemberî taxa Şêxmeqsûd û herêma Tişrînê êrîşên komên çete, li ser sînor jî êrîşên artêşa Tirk dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di 31'ê Adarê saet di 14.00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin.
Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 31'ê Adarê ji herêmên Mesbeh û Seken Şikeyf bi topên hawan û cehenemê êrîş birin ser taxa Şêxmeqsûd. Komên çeteyên ku bi awayekî hemwext dixwestin tekevin nava taxê, ji aliyê hêzên me ve hatine têkbirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Hevalekî me ku di şikandina êrîşê çeteyan de roleke girîng dilîst û bi lehengî şer dikir, gihîştiye şehadetê.
Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xeta sînor ên Rojava dewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de 30'ê Adarê saet di 21.00 de artêşa Tirk li nêzî gundê Bubanê yê li rojavayê Kobanê ye welatiyên me yên sivîl gulebaran kir. Di vê êrîşê de welatiyekî me birîndar bû."