YPG: Êrîşên çeteyan bê navber didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Kobanê û Şêxmeqsûd berdewam dikin û di van êrîşan de 2 endamên asayîşê, şervanekî YPG’ê û zarokekî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku 1’ê Nîsanê bi çekên giran li dijî rojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê dabûn destpêkirin di direjahiya roja 2’yê Nîsanê û heta saetên sihorê ya 3’yê Nîsanê bê navber berdewam kir.

2’yê Nîsanê saet 06.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Ceralûsê bi çekên giran û topên hewanan êrîş birin li ser herêma Girê Sor a dikeve başûrê bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê. Di êrîşa ku nuqteyeke Asayîşê hedef digirt de 2 endamê Asayîşê gihiştiye şehadete. Piştî vê êrîşî saet 15.10'an li dijî çeteyan operasyonek hat lidarxistin û di encam de fûzeke katyuşa hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

2’yê Nîsanê saet 14.00 û 14.40'an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran 2 êrîşên cuda birin li ser rojhilata bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 2’yê Nîsanê ji herêmen Seken Şebab, Mekteb Eqtar û Eşrefiyê bi topên hewan û dojehê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûd. Di van êrîşan de zarokek gihişt şehadete û hejmarek zedê hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûn. Piştî destwerdana hêzên me a li qadên navborî, şerên dijwar rû daye. Di encama van şeran de qasî hat zelalkirin li herêma Seken Şebab çeteyek hate kuştin û çeteyek jî hat birîndarkirin. Li herêma Mekteb Eqtar jî 2 çete hatin kuştin.

Hevalekî me yê ku li dijî êrîşên çeteyan bi lehengî şer dikir, gihişte şehadete.”