YPG: Êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava dewam dike, hevalekî me şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê dewam dike. 2 kesên gomanbar hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di 6’ê Îlonê de bi çekên giran êrîşî gundên Koran, Kaniya Kurdan û Çarqilê yên dikeve Rojhilatê Koban û gundê Korelî yê Rojavayê Kobanê. Di encama van êrîşan de şervanekî YPG’ê birîndar bû û şervanekî jî gihişte şehadetê.

YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 6’ê Îlonê di saetên şevê de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Koran, Kaniya Kurdan û Çariqlî yên dikeve rojhilatê Kobanê û gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di êrîşa leşkerên Tirk a di heman şevê de ya saet 22.00’an, li ser wesayîtekî yekîneyên me ya nêzî gundê Eyndîwer a giredayî Dêrîkê, 2 hevriyên me birîndar bûn. Yek ji van hevriyên me yê birîndar tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadete.”

ÇETE HEWL DIDIN KU ÊRÎŞAN BIKIN

YPG’ê destnîşan kir ku şeva 6’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê xwestin êrîşî gundê Til Osman ê dikeve Rojhilatê Başûrê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê bikin. Piştî destwerdana hêzên YPG’ê komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.

Her wiha YPG’ê xuya kir ku di şeva 6’ê Îlonê de,2 kesên bi guman ku ji ser pira Cerablûsê dixwastin tekevin qadên di bin kontrola wan de, ji aliyê hêzên wan ve hatin girtin. Lêpirsîna van kesan hê jî dewam dikin.