YPG'ê 'Saziya Şopandina Agirbestê' agahdar kir
Fermandariya Giştî ya YPG'ê, ji 'Saziya Şopandina Agirbestê' a li Sûriyeyê re 2 name şand.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê, ji 'Saziya Şopandina Agirbestê' a li Sûriyeyê re 2 name şand.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê der barê êrîşên dewlet Tirk ên li hemberî Qamişlo û êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê de ji 'Saziya Şopandina Agirbestê' ya li Sûriyeyê re 2 name şand.
Nameya têkildarî êrîşên li ser Qamişlo wiha ye:
"Ji bo Saziya Taybet a Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê:
Em we agahdar dikin ku di roja Pêncşemê (31'ê Adarê) saet di 11.30 de guleyên doçkaya 23 li taxa Cirnik a Qamişlo ket. Gule ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye avêtin. Di encamê de gelek ziyana madî di mala welatiyekî de çêbûye.
Di roja Înê (1'ê Nîsana 2016'an) saet di 08.30 de jî sê top li taxa Xerbî ya Qamişlo ketin. Ew top jî ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin avêtin. 2 top li malekê ketin, yek ji wan li metbexa malê ket û ya duyemîn jî li depoya avê ket.
Topa sêyemîn jî li Mizgefta El-Nebî Salih ket. Di encamê de ziyana madî çêbû. Ji ber topan tirseke mezin di nava welatiyên sivîl de çêbû.
Di roja 31'ê Adarê de jî gelek guleyên doçkayên giran li herêmên cuda yên Qamişlo ketin. Ev guleyên doçkayan jî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatine avêtin."
Nameya duyemîn jî wiha ye:
"Ji bo Saziya Taybet a Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê:
Em we agahdar dikin ku di roja Înê (1'ê Nîsana 2016) saet di 16.00 de taxa Şêxmeqsûd bi hawanan û fuzeyên herêmî ku ji aliyê komên çekdar ve hatine çêkirin, hate topbarankirin. Komên bi navê Ehrar El-Şam, Lîwai El-Fetih, Sultan Murad, Tugaya 16, Ceyiş El-Mucahidîn, Koma Feisteqim Kema Emert, Nûrdeîn Zengî û Tugaya 16'an ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Itîlaf ve hatin topbarankirin. Topbarana wan herî zêde li deverên Seken El-Şiqêf, Seken El-Şababî û Çerxeriya Cendûl hatin xistin. Di encamê de ziyaneke mezin û wêranî di mal û milkên sivîlan de pêk hatin."