YPG'ê nasnameyên 5 cangoriyên xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di 20-21-22'ê Nîsana 2014'an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di 20-21-22'ê Nîsana 2014'an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 5 şervanên xwe yên di 20-21-22'ê Nîsana 2014'an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye:
"Di şoreşa azadiya Rojava de qada Qamişlo cihekî girîng û roleke stratejîk lîstiye. Tevgera parastin û rêxistinkirina civakê li vê herêmê tê destpêkirin û bingehê artêşbûna Yekîneyên Parastina Gel li vir tê avêtin, lewre di dilê her şervanek azadiyê de ciheke taybet heye. Îro Qamişlo careke din dibe warê berxwedana zarokên Rojava li hember kokên zilm û zordariyê.
Piştî pêngavên serketî li beramber hêzên terorîstî li nava sînorê Rojavayê Kurdistanê, pekhateyên Rojava bi taybet gelê Qamişlo bi awayekî xurt piştgirî da yekîneyên xwe yên parastinê. Bi sedan ciwanên Qamişlo di vê rêya bi rûmet de şehîd ketin û tim gelê vî bajarê welatparêz li ser rêka şehîdên xwe li tevgera xwe xwedî derdikevin.
Lê xêrnexwaz û dijminên vî gelî di 20'ê Nîsana 2016'an de ewlehî û aramiya vî bajarî tehemûl nekirin û bi kiryarên xwe yên provokatîf ku ji aliyê hin dewletên biyanî ve hatibûn plankirin, xwestin bi şer gel û hêzên wan ên parastinê bixin di nav şerek dijwar. Pêxasên girêdayî rejîma Baas a Sûriyê hewldan ku bi kuştina welatiyên sivîl vê şerî dirêj bikin, bi xwe re wêraniyê bînin û di dawiyê de biratiya di navbera pêkhateyên Qamişlo di metirsiyeke mezin derbas bikin.
Lê belê şervanên azadiyê ku yek kêlî ji şerê dijî teror û zordariyê newestiyane, li hember wê çalakiya kambax jî hişyar bûn û bi îradeya ku ji gelê xwe digirtin di dema êrîşên çeteyan li ser welatiyên Qamişlo mil bi milê hêzên parastina bajar bersîva wan destdirêjiyan dan. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ew komên pêxas ji pêkanîna armancên xwe bêpar hiştin, êrîşên wan vala derxistin û karibûn dijminê dagirker ji çend xalên ku li wir xwe rêxistin dikir derxînin û di ewlekirina herêmê de gavek nû bavêjin.
Di şerê li hemberî wan koman de roja 20 û 21'ê Nîsanê, çar hevrêyên me ku li hember wan êrîşkaran sekinîn, di çeperên şer de bûn mînaka biratiya gel û baweriyên Qamişlo û piştî berxwedanek dijwar gihîştin şehadetê. Di nav dilê bajar de, wan hevalan ji bo parastina serpêhatiyên gelê xwe, ji bo ewlehiya hemû pêkhateyên Rojava xwe kirin mertal û nehîştin ku hêviyên zarokên Qamişlo bi çend hewldanên qirêj bikevin xeteriyê de.
Ji wan hevreyên şehîd, heval Cesûr Xanîka bû. Hevalê Cesûr ji malbata welatparêz a Xanîka ye kuû barek giran daye li ser milên xwe û pênc ji zarokên xwe yên delal pêşkeşê Şoreşa Rojava kiriye. Ji bo pênasekirina fedakariya vê malbatê û sivikkirina vê kedera bêmînak, gotin û nivîs her tim wê kêm bimînin û têrî nekin. Lê bila bîranînên wan ên pîroz ti carî neyên jibîrkirin, fikr û ramanên wan dilsoziya me ya bi rizgariya welat xurtir bike. Gelê Rojava bi vî ruhê xwe yê azadiyê stûna jiyana azad a ku bi destên zalimên serdemê tê hilweşandin, ji nû ve avakirin û rengekî nû dan jiyanê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em bejna xwe li ber hemû şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ditewînin. Daxwaza şehîdên me jiyaneke bi rûmet û Kurdistaneke azad bû. Em soza xwe nû dikin ku wekî hevrêyên wan her tim li ser rêka şehîdên mezin têbikoşin. Têkoşîna wan her tim rêya me ronî dike, bila şad be ruhê wan.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Navê Tevgerî: Cesûr Xanîka
Navê Rast: Mihemed Sihêb Ehmed
Navê Dayikê: Lînda
Navê Bav: Xalib
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 20-04-2016
Navê Tevgerî: Agirî Qamişlo
Navê Rast: Usama Mardini
Navê Dayikê: Xedice
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 21-04-2016
Navê Tevgerî: Şahîn Qamişlo
Navê Rast: Yasir Hesen
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Abdul Ezîz
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 21-04-2016
Navê Tevgerî: Rûbar Qamişlo
Navê Rast: Xalid Açikgoz
Navê Dayikê: Firenca
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Erzurum
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 20-04-2016
Navê Tevgerî: Hecî Qamişlo
Navê Rast: Farûq Osman
Navê Dayikê: Ferha
Navê Bav: Osman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 24-04-2016 (Ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest daye.)"