YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di şerên parastina xaka Rojava û gelê herêmê de, di demên cuda jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Roj bi roj têkoşîna me ya rizgariyê bi destanên zindî mezin dibe. Bi saya xwîna pak ku hatiye rijandin, keç û xortên welate me ku bi lehengî şer dikin, ev 5 sal in ku Şoreşa Rojava bi rê ve diçe û gel ber bi azadiya xwe dibe. Îro 3 hevalên me yên ku li hember teror û tarîtiyê şer dan meşandin û gihiştin şehadetê em eşkere dikin; ev qehremanan bi ruhê Çekjin û Dilovanan xwe feda kirin ku nehiştin ev şoreş lawaz bibe.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbatên şehîdan, ji bo tevahî gelê Kurd sersaxiyê dixwazin, eger îro meşa me berdewam dike ew ji ber wê soza ku me daye şehîdan e, ala serkeftinê wê her bilind be,“ Bijî Şehîd” û “Bijî Têkoşîna Bi Rûmet”.

Nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Sozdar Zorava

Nav û Paşnav: Sebrî Hiso

Cih û Dîroka Jidayikbûyînê: 1978 / ZORAVA

Navê Dayikê: Fetom

Navê Bav: Arîf

Cih û Dîroka Şehadetê: Adar 2014

*****

Nasnav: Derwêş Cevahir

Nav û Paşnav: Cihan Ûysal

Cih û Dîroka Jidayikbûyînê: 1986 / Hatay, Iskenderûn

Navê Dayikê: Sacîde

Navê Bav: Nûsret

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Isa, Kobane 20-03-2016

***

Nasnav: Zagros Efrîn

Nav û Paşnav: Mesûd Horo

Cih û Dîroka Jidayikbuyînê: Marsawa, Efrîn

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêx Meqsud, Heleb 31-3-2016