YPG’ê nasnameya têkoşerekî xwe ragihand
YPG`ê nasnameya şervanekî xwe ku li bajaroka Til Hemîs jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.
YPG`ê nasnameya şervanekî xwe ku li bajaroka Til Hemîs jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.
Navenda Raghandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPG`ê Çekdar Ararat ku li bajarê Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava dimeşîne roj bi roj geş dibe û armancên parastina xakê û gelên herêmê ji hêzên tarî û xwînmij bi cih tîne.
Dibe baş were zanîn ku ev berxwedan û serkeftin bi saya şervanên qehreman û fedekar pêk hatiye û bi pêş ve diçe.
Îro dîsa em şehadete hevalê xwe Çekdar Ararat ê ku dema li bajaroka Til Hemîs erkê xwe di nav Yekîneyên Parastine Gel (YPG) de pêk tanî gihişt asta şehadetê, ji gelê xwe re radigihînin.
Em wek rehavalên Çekdar soz didin ku ew ê her dem rêberên me yên rastiyê bin û em ê şopa wan bigrin heya ku serkeftin û azadiyê bi dest bixin.”
Nasnameye şervanê YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Çekdar Ararat
Nav û Paşnav: Omer Hiso
Navê Dayikê: Dura
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Hamîs 22.11.2016