YPG’ê nasnameya şervanekî 2014’an jiyana xwe ji dest dabû aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê ku di 4’ê Çileya 2014’an de di şerê li Til Hemisê de jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê mijarê malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Rêheval Şehîd Seyid Riza di hemleya ku yekîneyên me sala buhrî li Til Hemis dabûn destpêkirin bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
Têkoşer Seyid Riza ku bi eslê xwe ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye berê xwe da şoreşa mirovahiyê ya Rojava û pira biratiya gelan bi tevlîbuna xwe xurtir kir. Di heman demê de bi ruhekî fedayî û lehengiyek bêhempa li dijî terorîstên hov ên DAIŞ’ê li ber xwe da.
Îro em nasnameya şehîd Seyîd Riza ji raya giştî re aşkera dikin û soza xwe bi şehîdan re nû dikin. Her wiha cihê xemginiyê ye ku me di dema şehadetê de îlan nekir ji ber ku cenazeyê şehîd ketibû destê çeteyan.
Hemleya ku yekîneyên me di 21’ê Sibata 2015’an de bi navê “Hemleya Şehîdên Til Hemîs”, dan destpêkirin, cihê ku rêhevalên me lê şehîd bûn bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin û azadkirin.
Car din em sersaxiyê ji malbata şehîd Seyid Riza û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û bi rêzdarî bejna xwe li hemberî giyana şehîdên azadiyê ditewînin.