Navenda Ragihandina YPG’ê, nasnameya yek ji fermandarên YPG’ê yên Kobanê Eslan Kelareş ku di 16’ê Sibata 2015’an de di pêngava rizgarkirina Kantona Kobanê de li gundê Bexdik jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Eslan Kelareş ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de der barê Fermandar Eslan de ev tişt hatin gotin: “Di hemleya ku yekîneyên me li Kobanê li dijî çeteyan didin meşandin de rêhevalê me Eslan Kelareş gihişt asta şehadetê.
Rêheval Eslan ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye li hemberî zordariya ku li ser kurdan tê kirin serî netewand û li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî zihniyeta destiladar şer kir û di hemu çeperên şer de qehremaniyek mezin da nîşandan.
Bi banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêheval Eslan berê xwe da şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di gelek çeperan de cihê xwe girt. Rêheval Eslan wekî fermandarekî rasteqîne li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêz û tecrubeyên xwe şer û berxwedanî da meşandin.
Em dikarin bêjin ku Rêheval Eslan bi şerê xwe yê li dijî zihniyeta destiladar li herçar perçeyên Kurdistanê dîrokek qehremanî û lehengiyê daye afirandin û ji cîhanê re da îsbatkirin ku tenê berxwedanî û serî netewandin rêya azadî û wekheviyê di afirîne. Her wiha da xwuyakirin ku Şoreşa Rojava ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, şoreşek netewî û biratiya gelan a demokrasiyê ye.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di kesayeta şehîd Eslan de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe ditewênin. Di heman demê de sersaxiyê ji malbata Şehîd Eslan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em soza şopdariya rêya şehîdan didin heta serkeftinê bi dest bixin.”
Nasnameya têkoşer Eslan wiha ye:
Navê Tevgerî : Eslan Kelareş
Navê Rast : Kobyad Rewendî
Dayik : Kîvan
Bav : Şehîn
Cihê ji dayikbunê : Selmas
Cih û dîroka şehadetê : Kobanê – Gundê Bexdik – 16'ê Sibata 2015