YPG’ê nasnameya 9 cangoriyên Kobanê û Cizîrê aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke ku li ser malpera xwe ya fermî weşand re, nasnameya 9 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pêngavên li Cizîrê û Kobanê li dijî çeteyan tê meşandin, bi saya şervanên ku canê xwe feda dikin bi ser dikevin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya 9 şervanên jiyana xwe jidest dane wiha ye:

Navê rast: Goran Şakir
Nansnav: Şêraz hawar
Cihê ji dayik bûnê: Dêrik
Di 2’ê Adarê de li gundê Xizêla a Til Berek jiyana xwe jidest da

Navê rast: Hacî Silêman
Nasnav : Cûdî Dêrik
Cihê ji dayik bûnê: Dêrik
Di 2’ê Adarê de li gundê Xizêla ya Til Berek jiyana xwe jidest da

Navê rast: Alan Reşo
Nasnav: Tolhildan amara
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Di 2’ê Adarê de di berxwedana gundê Derirman a Kobanê jiyana xwe jidest da.

Nasnav: Nefel Basret
Di berxwedana Gundê Bexdik a Kobanê de jiyana xwe jidest da

Nasnav: Şîn
Di 26’ê Sibatê de li gundê Bexdik a Kobanê jiyana xwe jidest da.

Nasnav: Bêrîtan axîn
Di 26’ê Sibatê de di berxwedana gundê Bexdik a Kobanê de jiyana xwe jidest da

Navê rastî: Newroz Osman
Nasnav: Hesret kobanî
Cihê ji dayîk bûnê: Kobanê
Di 26’ê Sibatê de di berxwedana gundê Bexdik a Kobanê de jiyana xwe jidest da

Navê rast: Salih Şahîn
Nasnav: Baran Kobanê
Li Kobanê jidayîk bûye û di 27’ê Sibatê di berxwedana gundê Bexdik a Kobanê jiyana xwe jidest daye.

Navê rast: Kîvan Derwêş
Nasnav: Çekdar Hilêliyê
Cihê jidayîkbûnê taxa Hilêliyê ya Qamişlo û di 26’ê Sibatê di berxwedana gundê Hisêniyê ya Til Hemîsê de jiyana xwe jidest da.