YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG’ê û endamekî MLKP’ê ku di operasyona rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG’ê û endamekî MLKP’ê ku di operasyona rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê mijarê di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedaniya ku li Kantona Kobanê li dijî terorîstan tê nîşandan çavên cîhanê li xwe vekir û bu sedem ku ji gelek netewe tevlî nava Şoreşa Mirovahiyê ya Rojava bibin

Rêhevalê me Elîşêr ku endamê MLKP’ê ye tevî 5 şervanên me di berxwedaniya Kobanê û Cizîrê de rolek mezin lîstin û bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

Rêheval Elîşêr tevlî nava şoreşa Rojava bû bi taybetî jî berxwedana Kobanê ya bêhempa ji ber ku di rastiya vê berxwedanê de wekhevî û demokrasiya gelan dît. Rêheval Elîşêr heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ser soza xwe ya ji bo azadiya gelan berxwedan û têkoşînê ma û bi ruhekî berxwedêr û têkoşer li dijî terorîstên hov şer kir û tevlî nava pakrewanên azadiyê bû.

Em wek Yekîneyên Parastina Gel soza xwe bi şehîdan re nû dikin, di heman demê de soza asta têkoşîn û berxwedanê heta paqijkirina çeteyan ji herêmê û bidestxistina azadiya gelan. Car din em sersaxiyê ji tevahî malbatên pakrewanan re dixwazin.

Nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Baran Argêş,  14-02-2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Miho Elehmed ê bi nasnav Şiyar Kobanê li Kobanê ji dayik bûye, 20-02-2015’an li gundê Qilheydê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Emre Aslan ê bi nasnav Êlîşêr Dêrsim, li Edeneyê ji dayik bûye 24-02-2015’an li gundê Ceada yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Hisên Xelîl ê bi nasnav Mezlûm Dogan, li Kaniya Kurdan a Kobanê ji dayik bûye, 25-02-2015’an li gundê Beyada yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Rûken Serhed, 23’ê Sibata 2015’an li gundê Selîma yê Til Hemis jiyana xwe ji dest da.

Partîzan Besta, 23’ê Sibata 2015’an li gundê Elaya  jiyana xwe ji dest da.