YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir

Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 têkoşeran aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di roja me ya îro de şervanên azadiyê bi têkoşîna ku didin meşandin, destanên lehengiyê bi xwîna xwe di rûpelên dîrokê de dineqişînin.

Bêyî ku tekoşînê rawestînin an jî lewaz bikin bi vînek mezin û azad ji bo doza welat û xelasbûna ji tarîtiyê xwe feda dikin.

Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo ya bi rûmet a ku di roja 6’ê Gulanê de destpê kir di dîroka YPG û gelê Kurd de vejîneke nû afirand. Di vê pêngava pîroz de Rojavayê Kurdistanê bi awayekî serketî roj bi roj ji komên çete xelas dibe. Her wiha gelên me yên herêmê jî bi tevahî ji felsefeya tarîtiyê ya DAIŞ’ê xilas dibe.

Îro dîsa di bin siya pêngava azadiyê de em 6 rêhevalên xwe oxir dikin. Ew şervanên bi rûmet ên ku her tim bi vîna azad şer kirin û xwe feda kirin, ji bo me xeta jiyanê ne. Ew 6 rêhevalên me yên hêja her tim li eniya pêş bûn û ji bo parastin û rizgarkirina herêmê li beramberî hovîtiyê seknek gelek hêja nîşan dan. Ev pakrewan bûne pêşengê projeya, bi hev re jiyîn û biratiya gelên herêmê.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em soz didin têkoşîna ku Edûlên kezî dirêj û Derwêşan xwedî mertal dabûn meşandin, û bigihînin dawiyê.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne :

 

Nasnav: Baran Serhat

Nav: Qasim Bîngol

Navê dayikê: Feraset

Navê bav: Ebdulrehman

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Cih û dîroka şehadetê: 18-6-2015 Serêkaniyê -Tewîl Şewax

 

Nasnav: Berxwedan Hezex

Nav: Esîr Zan

Navê dayikê: Beşîra

Navê bav: Selîm

Cihê jidayikbûnê: Şirnex Hezex

Cih û dîroka şehadetê: 9-6-2015 Serêkaniyê -Til Ebdulah

 

Nasnav: Botan Serêkaniyê

Nav: Zerbend Ferhan

Navê dayikê: Şehnaz

Navê bav: Ismaîl

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: 22-6-2015 Silûk -Um Heyaye

 

Nasnav: Derya Zinar

Navê rast: Şikriya Hesen

Navê dayikê: Xalîsa

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: 19-6-2015 Silûk

 

Nasnav: Gulan Hekarî

Nav: Aysel Engîn

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Seîd

Cihê jidayikbûnê: Colemerg

Cih û dîroka şehadetê: 19-6-2015 Silûk

 

Nasnav: Hêlîn Bagok

Nav: Arîfe Unvar

Navê dayikê: Mayriye

Navê bav: Şahabetîn

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn – Midyad

Cih û dîroka şehadetê: 18-6-2015 Serêkaniyê -Tewîl Şewax