YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 5 şervanên 21, 23, 26 û 28’ê Sibatê di şerên li Til Temir, Til Hemîs û Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 5 şervanên 21, 23, 26 û 28’ê Sibatê di şerên li Til Temir, Til Hemîs û Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 cangoriyên Til Hemîs, Til Temir û Hesekê aşkera kir. Di daxuyaniya malpera YPG’ê de hate weşandin wiha hate gotin:

“Rêhevalên me di hemleya Til Hemisê de cihê xwe girtin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di heman demê de rêhevalekî me di encama teqandina mayineke ji aliyê çeteyan ve di navbera bajarê Hesekê û bajaroka Til Temirê de hatibû danîn, tevlî nava refên pakrewanan bû.

Rêhevalên me di têkoşîna xwe de tawîz nedan û heta kêliya şehadetê bi armanca serketinê li ser şopa şehîdan dewam kirin.

Ji rêhevalên me Nûman Siyabend Feraşîn ku ji Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna xwe ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dîroka pira di navbera biratiya gelen de xurt kir.

Her wiha rêhevalên me yên ji Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn tirs di nava dilên neyaran de.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soza xwe bi şehîdan re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Samî Bayar ê bi nasnav Nûman Siyabend Feraşîn li Wanê ji dayik bûye, 26-02-2015- Til Hemîs –Desewiye jiyana xwe ji dest da

Bahoz Yosuf bi nasnav Bahoz Til Temir li Til Temir ji dayik bûye, 23-02-2015 Til Temir- Geybis jiyana xwe ji dest da

Muhemed Hemo ê bi nasnav Dilyar Hesekê li Hesekê ji dayik bûye, 28-02-2015-Hesekê jiyana xwe ji dest da

Ebdulkerîm Mehemed bi nasnav Orhan Qamişlo li Qamişlo ji dayik bûye, sala 2011’an beşdar bûye, 21 Sibata 2015’an  Til Hemîs- gundê Sehawiya jiyana xwe ji dest da

Mehemed Tehlo yê bi nasnav Gever Botan li Tirbespiyê ji dayik bûye, sala 2011’an beşdar bûye, 26’ê Sibata 2015’an  Til Hemîs-gundê Sihawiya jiyana xwe ji dest da