YPG’ê mudaxeleyê komên çekdar kir: Kuştî hene

YPG’ê mudaxeleyê komên çekdar kir: Kuştî hene

Piştî êrîşa komên çekdar ên li Serêkaniyê ku di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û ciwanek din jiyana xwe ji dest da, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyên komên çekdar kir. Li gorî agahiyên destpêkê gelek endamên komên çekdar hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyên ku ji bo tevlî meşa ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve tê organîzekirin bibin diçûn Serêkaniyê, li daketina bajêr ji aliyên komên çete ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê hêzên asayişê û kontrola rê dikirin û Serokê Meclîsa Bajêr Abid Xelîl çûn cihê bûyerê. Abid Xelîl û welatiyan xwest ku ji koman bixwaze rê bidin gel, lê komên çete gule barandin. Di encama gulebaranê de Xelîl û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha 3 endamên asayîşê jî birîndar bûn.

Li hemberî van bûyeran Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî komên çete kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama mudaxeleya YPGê de gelek endamên komên çekdar hatine kuştin. Pevçûnên li bajêr li ser riya Dirbêsiyê didomin.