YPG’ê li Serêkaniyê 14 cenaze radest kir

YPG’ê li Serêkaniyê 14 cenaze radest kir

Piştî ku komên çekdar li Serêkaniyê êrîşê gel kir û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Xalid Abid jiyana xwe ji dest da, YPGê mudaxeleyê komên çete kir. Di encamê de gelek endamên komên çete hatin kuştin. YPG’ê cenazeyên endamên komên çete yên di destê xwe de radestê wan kirin. Lê tê diyarkirin ku herî kêm 12 cenazeyên din mane wernegirtine

Roja 19ê mijdarê li bajarê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku Desteya Bilind a Kurd biryar girt li Serêkaniyê meşekê lidar bixe, ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê gelek welatî bi wesayîtan ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketin. Lê beriya meşê komên çete yên ku di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr û bibûn sedema gelek aloziyan, êrîşî noqteya asayîşa sivîl kirin û nehiştin ku gel dakeve bajêr, her wiha ala asayîşê şewitand.

Ji ber vê yekê Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û rayedarên PYD'ê çûn cihê bûyerê û xwestin ku ji van koman re bêjin meşa gel heye, lê van koman gule barandin. Di encamê de Abid Xelîl û ciwanek hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî van koman kirin û pevçûnan dest pê kir.

Li gorî hin agahiyan di encama mudaxeleya hêzên YPGê de hin rêberên komên çete hatine kuştin. Li gorî avahiyên çavkaniyên herêmî dane, ji rêberên koma bi navê Ghuraba el Şam Alî Aksud, Mecîd Ebdullah û e Fair Heci Rahim hatine kuştin.

Her wiha, hat ragihandin ku bajar ji komên çete hatiye paqijkirin û li kolanên bajêr tu endamên komên çekdar naxuyên. Hêzên YPG’ê 14 cenazeyên ku ketibûn destê wan şevê din radestê komên çete kirine. Lê tê diyarkirin ku li bajêr gelek cenazeyên din ên komên çete hene, dê YPG van cenazeyan piştre radestê wan bike.

3 ENDAMÊN YPG’Ê Û ENDAMEK ASAYIŞÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnên dijwar de 2 endamên YPGê yên bi navê Xalid Omer Hemo sala 1981 li Serêkaniyê ji dayik bûye, Ehmed Sîno Qewas (1983-Serêkaniyê) û Salah Eyo Şêxo sala 1972 li Serêkaniyê ji dayik bûye û bavê 3 zarokane û Êzidî ye, her wiha endamên hêzên Asayişê Silêman Sîno yê sala 1984 li Derbesiyê ji dayik bûye, jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa duh pêk hat de, Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jiyana xwe ji dest dabû. Abid Xelîl di sala 1973'yan de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû û Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê qedandibû. Xelîl, zewicîbû û 2 zarokên wî hene.

Komên çete navborî, di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr. Piştî ev komên çete ketin bajêr ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû.Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda rbûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.

Hêjayê gotinê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji roja bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin adara 2011 ve cihê herî aram ê Sûriyeyê bû.