YPG’ê li Efrînê tûgayek din ragihand

YPG’ê li Efrînê tûgayek din ragihand

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bajarên din ên Sûriyeyê diparêze, tûgaya xwe ya heftemîn damezrand. YPGê bi awayeke Tûgaya Şehîd Nalîn a li navçeya Cendiresa Efrînê ji raya giştî re ragihand.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku 19'ê tîrmeha 2012ê ligel bidestxistina rêveberiya Kobanê bi awayekî fermî hat ragihandin, li her deverên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike. Di çarçoveya hewldanên bihêzkirinê de, Fermandariya Giştî ya YPG li navçeya Cendiresa Efrînê damezrandina Tugaya bi navê "Şehîd Nalîn" ji raya giştî re aşkera kir.

Gelê Kurd yê ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûriyeyê xwe b irêxistin dike, bûye beşek girîng ji têkoşîna li dijî rêjîma Baasî. Di çarçoveya têkoşîna bidestxistina azadiya xwe de, Kurd 19'ê Tîrmehê li bajarê Kobanê pêvajoya avakirina rêveberiya xwe ya xweser destpêkirin.

Li hemberî van hewldanan, Yekîneyên Parastina Gel-YPG jî xwe birêxistin kir û hêzên xwe li her deverên Efrînê bicihkirin. Fermandariya YPG li herêma Efrînê piştî avakirina "Tûgaya Şehîd Çekdar" hêzeke din ya ji sedan keç û xortên Kurd pêk tê ragihand.

Li navçeya Cinderesê doh piştî vekirina navenda YPG, tugaya "Şehîd Nalîn" hat ragihandin.Tugay bi merasîmeke leşkerî hat ragihandin.

Yek ji endamên jin ya cihê xwe di nava Tugaya "Şehîd Nalîn" de digire tîne ziman ku ew ê weke jinên Rojava nirxên gel li hemberî êrîşan biparêzin.

Bi avakirina hêza YPG ya li navçeya Efrînê Cinderesê, hejmara tûgayên YPGê gihişt 7an. Li gorî vê yekê: Li herêma Efrînê Tugayên "Şehîd Çekdar" û "Şehîd Nalîn", Li herêma Dêrikê Tugayên "Şehîd Lewend" û "Şehîd Bawer", Li Qamişlo Tugaya "Şehîd Sarya", Li Kobanê Tugaya "Şehîd Sadiq", Li Serêkaniyê Tugaya "Şehîd Abid Xelîl"

Hêjayê gotinê ye komên çete beriya du hefteyan ketibûn Serêkaniyê û li rastî berxwedana YPGê hatibûn. Piştî ku YPG’ê jî bi şertên ku ev komên çekdar ji bajêr derkevin û ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin daxwaza agirbestê qebûl kir, komên çekdar ji bajêr derketin.

Li Serêkaniyê piştî şerê 5 rojan ê di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de, komên behsa mijarê di 23’ê Mijdarê de daxwaza agirbestê kirin. YPG’ê jî bi şertên, “Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin” daxwaza agirbestê qebul kir. Li ser vê yekê di 24’ê Mijdarê de di navbera YPG’ê û heyetek ji van koman hemûyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kir û YPG’ê herdu şertên xwe dubare kirin. Her wiha li ser pevguhertina kesên dîl hatine girtin jî di hevdîtina de hate rawestandin.