YPG'ê encamên pevçûnên Serêkaniyê aşkere kir

YPG'ê encamên pevçûnên Serêkaniyê aşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPGê ragihand ku YPG neçar maye ku bersivê bide êrîşên komên çekdar û aşkere kir ku 18 cenazeyên komên çekdar ji aliyê wan ve hatine radestkirin, ji wana 7 kes dîl hatine girtin. YPGê diyar kir ku ev komên çekdar hewl didin ku êrîşê Kobanê jî bikin û bang li Artêşa Sûriyeya Azad kir ku helwesta xwe ya li hemberî van koman aşkere bike.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Gel derbarê şer û êrîşên li Serêkaniyê de, daxuyaniyek da raya giştî. Encamên pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê aşkere kir. YPGê da zanîn ku di encama êrîşan de 2 endamên YPGê, endamek Mala Gel a Serêkaniyê û endamek Asayişê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariyê destnîşan kir ku tevî diyaloga bi hêzên li Serêkaniyê re berdewam dikir jî, hin komên çekdar di çarçoveya planên rêjîma Tirk êrîşî navendên hêzên YPG kirine û weha dewam kir:

"Komên çete yên xwe weke Xûrana El Şam û Eniya El Nesra binav dikin duh saet 9 û nîvê sibê êrîşa navenda kontrolê ya hêzên asayîşê kirin. Dema êrîşê bajarê Serêkaniyê xwe ji bo pêşwazîkirina deh hezara kesî dikir. Gelê me wê rojê di bin navê 'Vegerin cih û warên xwe' xwe ji bo xwepêşandanek aştiyane amade dikir. Di encama vê êrîşê de Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl şehîd dikeve."

‘EM NEÇAR MAN MAFÊ PARASTINÊ BI KAR BÎNIN

Fermandariya YPG da zanîn ku bi armanca dawî li şer û êrîşan were, hewl dane ku bi rayedarên komên çekdar re diyalogê pêş bixin lê tevî van hewldanan jî, êrîşên li dijî navendên hêzên YPG’ê dewam kirine û weha got:

"Li hemberî êrîşa komên çekdar, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar ma ku ji bo parastina xwe mafê bersivdayînê bikar bîne. Şerên hêzên me bi van komên çekdar re heta derengiya şevê berdewam kirin. Di encamê de hêzên me çeperên xwe parastin û pêş de çûn."

2 ENDAMÊN YPG, ENDAMEK MALA GEL Û ENDAME ASAYIŞÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Fermandariya YPG encamên şer weha ragihand: "Di vê şerî de hevalên me Silêman Mihemed Sîno yê 19 salî û Ehmed Sîno Qewas yê 28 salî bi lehengî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de endamê Mala Gel Selah Eyo Şêxo û endamê hêzên Asayîşê Xalid Umer Hemo dema ku ji bo agirbestê di nava hewldanan de bûn, ji aliyê komên çete ve dîl tên girtin bi awayekî hovane tên kuştin."

18 CENAZE HATIN RADESTKIRIN, 7 ÇEKDAR DÎL HATIN GIRTIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG derbeyên ku li komên çekdar hatin xistin jî weha rêz kir:"Li gorî agahiyên destpêkê hêzên me 18 cenaze radestî komên çekdar kirin. 7 endamên wan dîl hatin girtin. Ji ber ku piraniya kuştî û birîndarên wan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, hejmara giştî ya kuştî û birîndarên van koman nehat zelalkirin. Di şer de gelek çek û alavên leşkerî jî hatine desteserkirin."

XWESTIN ÊRÎŞÊ KOBANÊ BIKIN

Di daxuyaniyê de tê gotin, komên çekdar bi êrîşa li dijî Serêkaniyê bi sînor nemane û hewl dane êrîşî bajarê Kobanê bikin, lê ev hewldanên wan di encama berxwedana hêzên YPG de hatine astengkirin.

BILA ARTÊŞA AZAD HELWESTA XWE DIYAR BIKE

Fermandariya YPG bang li fermandariya Artêşa Sûriyeya Azad kir da ku helwesta xwe li hemberî komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirtin eşkere bike.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Kurdî, Erebî, Asûrî û Ermenî jî hat kirin da ku bi lîstikên dewleta Tirk neyên xapandin û ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk têkoşîna hevpar pêş bixin.

JI CIWANAN BANGA TEVLÎBÛNÊ

Daxuyanî weha bidawî dibe: "Em weke Yekîneyên Parastina Gel didin zanîn ku berdêla wê giran be jî, em ê gelê xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Di heman demê de em bang li hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku tevlî nava refên YPG bibin û cihê xwe di nava têkoşîna rûmetê de bigrin."