Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku 7’ê Îlonê saet 18.00’an arteşa Tirk bi topên obus û hawanan, dîsa bi çekên giran ên cur bi cur êrîş bir li ser gundê Sorkê ya giredayî navçeya Raco ya Efrînê û got; “Di encama van êrîşan de 3 şervanên me yên Erka Xweparastinê û 2 endamên Asayîşê gihiştin şehadetê û 7 hevalên me yên din jî birîndar bûn. “
YPG’ê da xuyakirin ku arteşa Tirk saet 19.00’an de jî bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Hemama ya giredayî navçeya Cindirêsê ya giredayî Efrînê.
Navenda Ragihandina YPG’ê têkîldarî êrîşên çeteyên SÛK’ê û DAÎŞ’ê jî ev agahî parve kirin;
“Çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê, 7’ê Îlonê saet 19.00’an ji çeperên xwe yên Ezazê, bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Maranez, Minix û Eyn Daqnê yên giredayî Efrînê. Di êrîşa gundê Minix de şervanekî me ya Erka Xwe Parastinê jî gihiştiye şehadetê.
Şeva 7’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Hebsawî ya dikeve rojavayê Eyn Îsa kirin. Bi destwerdana hêzên me li qadê şer destpê kir û heta derengiya şevê berdewam kir. Piştî şer komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.”