Piştî êrîşa îro li Serêkaniyê li hemberî gel pêk hat û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jiyana xwe ji dest da, YPG mudaxeleyên komên çekdar kir û di encamê de hejmareke kuştiyên komên çekdar çêbûn. Li gorî hin agahiyan serokê koma El Şam Macît El Ebdullah jî hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku dê YPG cenaze û birîndaran radestê Artêşa Azad bike.
Îro danê sibê, piştî ku hêzên çekdar li Serêkaniyê êrîşê gel kir û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jiyana xwe ji dest da, YPGê mudaxeleyê hêzên çekdar kir. Di encamê de gelek endamên hêzên çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî hin agahiyan serokê koma El Şam Macît El Ebdullah jî hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku dê YPG cenaze û birîndaran radestê Artêşa Azad bike.