YPG: Çeteyên êrîşî Şêx Meqsûdê kirin hatin têkbirin

YPG’ê ragihandin ku êrîşên çeteyan û artêşa Tirk bê navber dewam dikin.

Navenda Çapameniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, ev agahî ragihandin:

“31’ê Adarê saet 14.00'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

 Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 31’ê Adarê ji herêmen Mesbeh û Seken Şikeyf bi topên hawan û dojehê êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûdê. Komên çeteyên ku bi awayekî hemwext dixwestin têkevin taxê jî ji aliyê hêzên me ve hatine têkbirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”

YPG’ê destnîşan kir ku şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye, got: “Hevalekî me ku di şkandina êrîşê çeteyan de rolekî girîng dilîst û bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.”

YPG’ê herî dawî bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk û ev agahî parve kir: “Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xeta sînor a Rojava lidardixe berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de 30’ê Adarê saet 21.00'an de Arteşa Tirk li nêzîkî gundê Bubanê ya dikeve rojavayê Kobanê li hemwelatiyên me yên sivîl gule barandin. Di vê êrîşê de hemwelatiyek me birîndar bûye.”