Di roja 171. a berxwedana Kobanê de, ku di asta serketinê de bi operasyonan dewam dike, li eniyên rojhilat û rojava pevçûnên dijwar qewimîn. Di şer de herî kêm 3 çete hatin kuştin gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê bîlançoya pevçûnên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navendê da xuyakirin, ku duh bi şev li nêzî gundê Eydanê yê li rojhilatê Kobanê di navbera hêzên wan û komên çete pevçûn derketiye û di encamê de motorek, traktorek hatine rûxandin û 3 çete hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wesayîtek pick-up û doçkayeke 12,5 mm a çeteyan li vê derê hatine desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya duh bi şev a li hemberî gundê Şêxler a Jêrîn hatiye destpêkirin jî dewam dike. Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyona li rojava de, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatine zelalkirin, lê belê 1 BKC, 3 kalaşkîov û 2.000 fîşekên wê hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li qada di navbera gundên Xirab Eto yê Ereban û Nazirî de pevçûn derketiye, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatine zelalkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Di operasyon û pevçûnên 24 saetên dawî de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."