YPG: 53 çete hatin kuştin

YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê, Til Temir û Serêkaniyê 54 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. YPG’ê diyar kir ku di pevçûnan de 11 şervanan jiyana xwe ji dest dane.

YPG’ê  diyar kir ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê, Til Temir û Serêkaniyê 54 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. YPG’ê diyar kir ku di pevçûnan de 11 şervanan jiyana xwe ji dest dane.

YPG’ê got ku berxwedana Kobanê ya li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê di asta serketinê de dewam dike ketiye roja 175 û ev agahî hatin dayîn: “Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi piştgiriya çekên giran û hêzên teqwiyê li rojhilate Kobanê êrîşên nû li dar dixin, pevçûnên dijwar pêk hatin. Piştî êrîşên çeteyan a li hember gundên  Xan Memed, Girê Xwede, Izea û Xweydanê ji duh sibehê ve di mesafek nêzîk de pevçûnên dijwar rû didin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di van pevçûnan de ku li nêzikî Girê Kazanê pêk hatin derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û  wiha hate gotin, “Di encama pevçûna li vê derê 42 çete hat kuştin, 25 kuştiyên çeteyan ketin destê şervanên me de, her wiha 35 kleş, 1 roketavêja B7, 3 BKC, doçkakî 12,5 mm û gellek cebilxaneya jî ji aliyê hêzên me ve hatine destserkirin.

Hêzên me li hember girê Izea jî êrîşek lidarxistin û komên çeteyan a li vî girî xwe bi cih kiribûn bi temamî derxistitn. Heman demê de hêzên me li hember gundê Xan Memed jî êrîşek li dar xistin. Di vê êrîşê de bi qasî hatiye tespîtkirin 4 çete hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn ser doçkayek 12,5 mm, 1 BKC û 3 kleş.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şerê 24 saetên dawî de 11 şervanên YPG’ê bi qehremanî li dijî çeteyan şer kirine û jiyana xwe jidest dane.

BAŞÛRÊ KOBANÊ

Der barê şerê eniya başûrê Kobanê jî hate ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me li başûre Kobanê, li hember komên çeteyên ku xwe li nêzîkî gundê Cedê ya bakur cih kiribûn jî êrîşek li dar xistin. Li vir 7 çete hat kuştin.”

TIL TEMIR HESEKÊ

Di daxuyaniyê de der barê şerên li gundên ser rêya Til  Temir û Hesekê jî ev agahî hatin dayîn, “Êrîşên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ya li hember gundên li ser rêya Til Temir û Hesekê hatine şikandin. Têne li gundê Til Nasir a giredayî Til Temir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn rû didin. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar ên 2 rojan komên çeteyan ji gundê Til Nasir ji hemû qadên Til Temir derxistin û avetin pişt ava Xabûrê.”

Navenda Ragihandina YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got ku hêzên YPG’ê şevê din li hember komên çeteyên ku li nêzikî gundê Malha yê giredayî Serêkaniyê xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin û yek hatiye birîndarkirin. Her wiha hate gotin ku îro danê sibê jî li nêzî navçeya Alya ya Til Temirê li dijî komên çeteyan çalakiyek hate lidarxisitn û di encamê de wesayîtek çeteyan hatiye rûxandin, lê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyên ên di vê çalakiyê de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.”