YPG: 2 çete bi saxî hatin girtin
Di operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûrê Kobanê de 2 çeteyên DAIŞ'ê bi saxî hatin girtin.
Di operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûrê Kobanê de 2 çeteyên DAIŞ'ê bi saxî hatin girtin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li başûrê Kobanê dest bi operasyoneke nû kirine û di vê operasyona li herêma Mezra Sofî de 2 çeteyên DAIŞ'ê bi saxî hatine girtin.
Navendê da xuyakirin ku hevrêyekî wan ê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya 27'ê Hezîranê li rojavayê Kobanê de birîndar bû, tevî hemû hewldanan nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî operasyona duh bi şev a li taxa Ezîziye ya Hesekê, xebatên lêgerînê hatine meşandin û hat gotin, "Di encama vê lêgerînê de hêzên me hawanek 60 mm, 6 kleş, 2 qutiyên fîşeka kleşê, 4 rext, 1 roketavêja B7 û 2 debançe bi dest xistine."