YPG: 12 gund û 8 mezra hatin rizgarkirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên rojekê de hêzên wan 12 gund ji çeteyan rizgar kirine û 16 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên rojekê de hêzên wan 12 gund ji çeteyan rizgar kirine û 16 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî li Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye:

ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 38’an de bi serketî berdewam dike.

Hêzên me yên ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de pêşveçûna xwe berdewam dikin, li başûr, rojhilat û bakurê bajarokê Silûk hejmarek zêde gund û gundik rizgarkirin. Operasyonan de cih bi cih pevçûnên dijwar rû dan û hêzên me derbên girîng li çeteyan xistin. Hêzên me di nava 24 seatên dawî de tevî 4 gundên navê van nehatine zelalkirin, gundê Derdo, Rezakî, Qellaç, Rafah, Qnêtra, Xwêtla, Dara, Renîn û 8 mezrayên cuda ji çeteyan paqij kirin.

Di pevçûnên li van qadan de bi qasî hate zelalkirin 9  çeteyan hatine kuştin. Hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn ser 1 BKC û 1.000 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên B7 û 4 motosîkletên çeteyan.

Di pevçûnên vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê.

Şevê din li nêzî gundê Um Rus a dikeve başûrê Til Hemîs, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnekê rû da. Di van pevçûnan de bi qasî hat zelalkirin 6 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê, tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 1 kleş, 23 şerjorên kleş, 1 çekên LAW, 6 bombeyên destan û 3 mayînên çeteyan.

Di van pevçûnên dijwar de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê.

KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî were paqijkirin tê meşandin, di roja xwe ya 271. de berdewam dike.

Hêzên me duh li başûr-rojhilatê Kobanê operasyonek nû lidarxistin. Di encama operasyonê de hêzên me Girê Dibis ji çeteyan paqij kirin. Hêzên me li vê qadê 1 BKC û 900 fîşekên BKC, 3 kleş û 500 fîşekên kleş bi dest xistin.

Li nêzî gundê Xirabê Rovî ya ku dikeve li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê hêzên me operasyonek li dar xist. Di encama vê operasyonê de bi qasî hat zelalkirin çeteyek hatiye kuştin.ˮ