YNK piştî PDK’ê bi Yekgirtû Îslam û Komela Îslamî re civiya

Piştî hevdîtina duh a di navbera YNK û PDK’ê de, îro YNK bi Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî re hatin cem hev.

Piştî hevdîtina duh a di navbera YNK û PDK’ê de, îro YNK bi Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî re hatin cem hev. Her du alî li ser kabîneya nû a ku li Iraqê wê bê avakirin û Kurd wê çawe cihê xwe bigirin, gotûbêj kirin.

Îro seat 11:00’an şandeyek ji YNK’ê ku ji Berpirsê Desteya Polîtburoyê Mela Bextiyar, Endamên Desteya Polîtburoyê Hakim Qadir û Omer Fetah û Endamê Polîtburoyê Seedî Ehmed Pîre pêk dihat, li bajarê Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî kirin. Şandeyê piştre bi Komela Îslamî re hevdîtin kir.

Piştî civînê Endamê Polîtburoya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “Em guhertinên li Bexdayê red nakin, lê belê pêwîst e para Kurdan jî tê de were parastin. Prensîba jiyana hevpar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye binpêkirin.”

Ehmed Pîre diyar kir ku YNK û Yekgirtû di civînê de bal kişandine ku divê hebûna Kurdan di hikûmeta Iraqê de were parastin.

‘EM QEBÛL NAKIN KU ALIYEKÎ DIN NAMZEDÊN KURD DIYAR BIKIN’

Di civîna çapemeniyê de Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Xelîl Îbrahîm jî axivî. Îbrahîm da zanîn ku pêwîst e Kurd bi xwe namzedên xwe ji bo wezaretan diyar bike û got: “Em qebûl nakin ku aliyekî din namzedên Kurd diyar bikin. Ji ber ku namzedên me jî yên teknokrat hene.”

Li ser pirsa ku gelo wê Kurd xwe ji Bexdayê bikşînin jî, Xelîl Îbrahîm diyar ku niha şandeyek ji bo bigihêjin encaman diçine civînan, hê jî mijara paşdekişandinê di nîqaşê de nîne.

Seedî Ehmed Pîre di dawiya civîna çapemeniyê de jî ragihand ku wê li ser heman mijarê bi Tevgera Goran re jî bicivin.