YNK’ê banga çareseriya siyasî û diyalogê li Tirkiyeyê kir

YNK’ê banga çareseriya siyasî û diyalogê li Tirkiyeyê kir

Berdevkê Polîtburoya YNK’ê Azad Cundiyanî der barê pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê û grevên birçîbûnê de daxuyaniyek da. Cundiyanî kir ku baweriya wan bi xwedîlêderketin aşitî û daxwazên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê heye û got; “Ji ber vê em bi fikar temaşeyî berfirehbûna bûyerên tund ên ku ne li gorî vê pêvajoyên e dikin.” Nunerê YNK’ê bang li Tirkiyeyê kir ku pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bike.

Berdevkê Polîtburoya Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) der barê grevên birçîbûnê yên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji vê rewşê bi fikar in. Nunerê YNK’ê banga diyalogê li her du aliyan kir.

Cundiyanî got; “Ev demeke hejmareke ji zindaniyên siyasî yên Kurd li Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine, û bi wê rêyê çend daxwazan jî ragihandine. Her wiha weha ji bo piştevanîkirina li wan girtiyên siyasî, li piraniya bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, welatiyên Kurd û parlemanter û nunera dest bi grevek giştî kirine û roja 30-10-2012`an çalakî pêk anîn.

Cundiyanî bi bîr xist ku rojane, ji aliyê kesûkar û malbatên girtiyan, saziyên medenî û sivîl û parlematerên Kurd ve çalakî pêk tên û got; “Digel wê jî, şer û pevçûnên leşkerî her berdewam dikin û ji ber wê jî, di çend herêmên Bakurê Kurdistanê, rewşek xeter heye.”

Cundiyanî destnîşan kir ku baweriya wan bi xwedîlêderketina aşitî û daxwazên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê heye û got; “Ji ber vê em bi fikar temaşeyî berfirehbûna bûyerên tund ên ku ne li gorî vê pêvajoyên e dikin.”

Nunerê YNK’ê got; “Bi nêrîna me, beriya ev rewşa ber bi metirsîdariyê ve biçe, pêwîst dike ku ev rewş bi rêya diyalog û nexşeya rêyekî demokrasî bê çareserkirin” û wiha domand; “Dema wê hatiye ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasîxwaz yên rasteqîne, her wiha partiyên siyasî yên wê parçeya Kurdistanê jî, rêya çareseriya siyasî û diyalogê hilbijêrin. Ji ber ku ew rê, rêya çareseriya bê alternatîf a vê qonaxê ye.”

Rayedarê YNK’ê bi bîr xist ku Serokkomar û Serokwezîrê Tirk beriya demekê peyam dabûn ku ew ji bo çareseriya siyasî amade ne û heta gotibûn “ew amade ne di astekê de li gel Birêz Ocalan dest bi gotûbêjan bikin.”

Azad Cundiyanî da zanîn ku pêşketinên li welatên cîran bandorê li tevahiya herêmê dike û diyar kir ku pirsgirêka Kurd li vê parçeyê tenê dikare bi rêya aşitiyane û siyasî çareser bibe û destnîşan kir ku ger were çareserkirin dê bandorek erênî di warê demokrastîkbûnê de li herêmê bike.

Cundiyanî destnîşan kir ku Tirkiye li herêmê welatekî bi bandor e û xwest ku Tirkiyeyê li gorî vê bi rêya siyasî, demokrasî û diyalogê pirsgirêkê çareser bike û diyar kir ku çareseriya vê pirsgirêkê bi rêbazên aşitiyane dê ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê û siyaseta Tirkiyeyê ya navnetewî ya li herêmî erênî be.

Cundiyanî bang li aliyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê jî kir ku pêngavên ku her biavêjin di aresteya xwe de be.