YJA STAR: Em ê bi ruhê Zîlanê jiyana nû ava bikin

YJA STAR’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş çi dibin bila bibin, jin û gelê me têde hebin û hewcedarî bi têkoşîna azadiyê hebe, wê bi ruhê Zîlanê hebin û rêbaza jiyana nû ya gelê xwe ya teqezkirî ava bikin.

Fermandariya Biryargeha YJA STAR’ê  têkildarî  şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em hevrêya xwe  Zîlan, xwedavenda azadiyê, ku bûye sembola berxwedana mezin a meha Hezîranê, artêşbûna jinê biriye pratîkbûnê, di 9. salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bibîr tînin û her wiha nûnerên asta herî bilind ên vê xetê û di heman mehê de şehîd ketine hevalên Sema û Gulan, di şexsê wan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Em Rêber Apo ku ev rastiya berxwedana jinên Kurd afirandiye, silav dikin.

Pêngava dawî ya li Kobanê hatiye jiyîn, di xeta Zîlanê de bi nasnameya gelê Kurd û jinên berxwedêr yên Kurd berdewam kiriye û em hemû şehîdên xwe yên ku di pêvajoya dawî de sekna xwe ya fedayî danîne holê, bibîr tînin û soza xwe ya ku têkoşîna wan wê bibin serketinê dubare dikin.

NASNAMEYEK ÎDEOLOJÎK, SEKNEKE XETÊ Û TERZA LÊDANÊ

Di berdewamiya daxuyaniyê de  hat gotin ku sala 96’an ku bi çalakiya hevrê Zîlan re bû sembol, di şexsê Rêbertiya me û wê de, bûye saleke ku êrîş li dijî daxwazên azadiyê ya Gelê Kurd û jinan, pêk hatiye.

YJA STAR’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Faşîzma TC, bihêlin exlaq û rûmeta mirovahiyê, hemû normên hiqûqê tine hesibandiye û bi teqemeniyên tonî êrîş kiriye. Hevala Zîlan li dijî faşîzma TC xwe di nava nirxên têkoşînê de dîtiye û afirandiye. Bi çalakiya xwe daniye holê ku jinên Kurd wê çawa bibin bersiv. Li Dêrsima ku kirin navenda  qirkirinê, hevala Zîlan ‘wê careke din ev li gelê Kurd neyê jiyîn’ qîriya. Hêza ku bi felsefeya Rêbertiyê bi xwe re pêş xistiye, nîşan daye. Sekna xwe ya xetê ji zindanan heta çiyayan, gihaştiye lûtkeyan. Di vî alî de di mejî û dilê dijmin de teqiyaye û hem ji êrîşên fiîlî re bûye bersiv, hem jî mezinahiya îdîaya azadiyê  û nenaskirina sînoran daniye holê.  Ji bo kesên piştî wê bên re jî rê nîşan daye. Astengî ji holê rakirine. Di vî alî de hevrê Zîlan bûye terza nasname, sekneke xetê û lêdana îdeolojîk.

HEVALA ZÎLAN BÛYE TALÎMATA RÊYA SERKETINÊ

Hevrê Zîlan gotiye ‘Ez dixwazim bibim xwedî çalakiyeke mezin û jiyana bi wate’ û lêgerîna xwe ya xwegihandina heqîqetê û girêdana xwe ya jiyanê aniye ziman.  Bi çalakiya xwe nîşan daye ku jiyanek ji rêzê û têrî lêgerîna wê nake. Bi vî awayî  hêza lêgerîna azadî û jiyana xwe daniye holê û bi şîdeta bombeya ku bedena wê parçe parçe kir, ev nîşanî hemû dost û dijmin daye. Wek gotina hevala Sema ku di Di 17’ê Hezîranê de  gihişt şehadetê, ya weke her parçeyê wê yê li her derê belav bû, ji gelê Kurd û jinan re bûye can, têkoşîn û îradeyek mezin daye qezençkirinê û ruh afirandiye. Hevala Zîlan jî  bûye stêrkeke ku  başî, xweşikahî û rindiyê pêş dixe.

Ji ber vê azadî ji hêmayeke ku di pêşerojê de tê jiyîn, derxistiye û derxistiye holê ku wê karibe di gelek deman de dikare pêk bê. Ji ber vê di her hucreyê de azadî pîroz hatiye dîtin, di dîrok û demê de şênber kiriye. Mezinahiya îdîaya wê ya têkoşînê, di terz û taktîka wê de xwe nîşan daye. Bi çalakiya xwe ev peyam daye her kesî. Bûye talîmata qezençkirina serketinê. Ji ber vê yekê jî Rêbertiyê nirxandina ‘Ew fermandara me, em jî leşkerên wê ne’ kiriye. Israra xwe ya di jinbûnê de mayîn berdeawam kiriye û bi vî awayî nîşan daye ku ji yek kesên ku herî baş Rêbertiyê fêm dike. Hevrê Zîlan heqîqet girtiye dest, jiyaye û daye jiyîn.”

TIRSA HERÎ MEZIN A PERGALÊ ASTA AZADBÛNA JINÊ YE

Fermandariyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku partîbûna jinê ya ji bo bîranîna hevala Zîlan û hevrê Sema ku di rêya wê de çû, pêk hatiye,  bûye aliyê vê yê ku li goşt û hestî xwe lê pêçaye, di şexsê Gulan, Viyan, Nûda û Gulbiharan de wek pêşbirka alê berdewam kiriye.  Îro li Rojava heman bez di şexsê Arîn, Revan, Kawenda û Silavan pêk tê. Em di van rojan de qezencên hatine afirandin deyndarê heqîqeta  Zîlanê ne.  Bi saya vê rastiyê asta azadiyê ya jinên Kurd bi dest xistiye, li her çar parçeyê Kurdistanê destanan dinivîse, bûye çavkaniya rizgarî û hêviya jinan û gel.  Jinên Kurd di rêya ku Zîlan, Sema û Gulanan ronî kir de partîbûn û rêxistinbûna jinê pêş xistin û  xeta jiyan bi rûmet kirin pergal. Ev jî bûye tirsa hemû hêzên pergalê. Li Kobanê êrîş pêk hatiye. Êrîşên pêk hatine jî êrîşên dewlet û hemû pergalan e.”

EM Ê XETA WAN BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em wek YJA STAR’ê êrîş çi dibin bila bibin, jin û gelê me têde hebin û hewcedarî bi têkoşîna azadiyê hebe,  em ê bi ruhê  Zîlanê hebin û  rêbaza jiyana nû ya gelê xwe ya teqezkirî ava bikin. Dîsa xeta berxwedan û evîna azadiyê ya Sema û Gulanan, wê me li serketina hezkirina Rêberiya me û girêdana gelê me, kilît bike, wê xeyala me ya welatê azad û rêbertiya azad pêk bîne.

Em careke din Rêber Apo silav dikin, di şexsê Zîlan, Sema, Gulanan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya ku wê xeta wan ya ku hatiye afirandin bi serketinê tacîdar dikin, dubare dikin.”